'Dewleta Tirk rûyê DAIŞ’ê yê duyem e li herêmê'

Endamên Saziya Olî ya Jinan a Kantona Qamişloyê got dewleta Tirk a dagirker bi navê îslamê sûcan pêk tîne, lê ola îslamê ji van sûcan dûr e. Jinan destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van kiryarên xwe îsbat dike ku ew rûyê DAIŞ`ê yê duyemîn e.

'Dewleta Tirk rûyê DAIŞ’ê yê duyem e li herêmê'
7 cotmeh, 2020   06:15
QAMIŞlO-SÎMA BIROKÊ

Der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkerî li dijî sivîlan de, endamên Saziya Olî ya Jinan û Kongerya Civaka Îslamî ya Demokratîk a Kantona Qamişloyê nêrînên xwe parve kirin.

Endama Saziya Olî ya Jinan Hîbetullah Diblîz got dewleta Tirk a dagirker bi navê "Kaniya Aştiyê" an ku "Nebii El-Selam" operasyonek ragihand, lê di bin navê vê operasyonê de êrişên xwe yên giran anî ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û wiha domand: "Tu elaqeya vê operasyonê bi ewlehî û aştiyê tune bû. Ji bilî têkbirina civaka kurdî û civaka azad tu armanc ji vê operasyonê tune bû".

Hîbetullah da zanîn ku ola îslamê ji kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê dûr e got: "Dewleta Tirk îsbat kiriye ku ew rûyî duyem ê projeya DAIŞ'ê ye, ji ber ku prensîbên wan yek in, di prensîbên xwe de kiryarên dermirovî dikin".

Hîbetullah hovîtiya dewleta Tirk a çeteyên wê ji qetilkirin û koçberkirina sivîlên Serêkaniyê û Girê Spî bi bîr xist û ev tişt destnîşan kir: "Ew operasyon ji bo guhertina demografiya herêmê hat destpêkirin, em vê yekê şermezar dikin".

Hîbetulah bal kişand ser biçekirina çeteyên Sûrî û şandina wan ber bi Lîbya û Azerbêcanê ve û got: "Ev yek jî, ji bo fikrê Osmaniyan li her deverê belav bike, her wiha fikrên Osmanî vegerîne".

Hîbetullah di dawiya axaftina xwe de bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û civaka îslamî ya cîhanê kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ku di bin navê îslamê dikin, bisekinin.

Endama Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk a Amûdê Cemîla Ismaîl jî destnîşan kir ku piştî dagirkirina dewleta Tirk ji herêma Serêkaniyê û Girê Spî re welatiyê wê koçî herêmên ewle bûn.

Cemîla da xuyakirin ku ew bi hêvî ne ku civaka navneteweyî li kêleka welatiyên ku ji malên xwe hatine derxistin, bisekinin.

Cemîla da zanîn ku dewleta Tirk di bin navê îslamiyetê kiryarên xwe yên dermirovî pêk tîne û kiryarên wê dûrî ola îslamiyetê ne û got: "Em van sûcan red dikin û şermezar dikin".

Cemîla diyar kir ku ew bi hêvî ne ku hemû bi pêkhateyên herêmê re bisekinin li hemberî vê zilma ku li ser wan tê kirin ji aliyê dewleta Tirk ve û got: "Em li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû di yek refê de ne û helwesta me yek e".

ANHA