​​​​​​​'Divê were itîrafkirin ku rejîma Tirk piştevanê yekemîn ê terorê ye'

Wail Mîrza diyar kir ku derengmayîna hêzên cîhanî ya itîrafkirina bi qirkirina osmanî ya li dijî gelê Ermen û Asûrî hişt ku dewleta Tirk a dagirker heta roja îro sûcan pêk bîne û wiha got: "Divê hêzên cîhanî yên îdîa dikin ku parastina mafên mirovan û aştiyê dikin itîraf bikin ku dewleta Tirk piştevanê yekemîn a terorê li herêmê ye."

​​​​​​​'Divê were itîrafkirin ku rejîma Tirk piştevanê yekemîn ê terorê ye'
5 cotmeh, 2020   04:09
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Di dema ku li dewletekê  alozî derdikeve, dewleta Tirk yekser an jî ne yekser destwerdanê dike. Ji Sûriyê bigire heta bi Iraq, Lîbya û di vê dawiyê de li nakokiya Azerbêcan û Ermenistanê destwerdanê dike.

HELWESTÊN NAVNETEWEYÎ DEWLETA TIRK LI SER BERDEWAMA SÛCAN TEŞWÎQ KIR

Edamê Meclisa Serokatî ya MSD'ê Wail Mîrza piştrast kir ku derengmayîna hêzên cîhanî di itîrafkirina bi qirkirina osmanî ya li dijî gelên Ermen, Asûrî û Yewnanistanê de hişt ku dewleta Tirk a dagirker heta roja îro sûcên xwe bidomîne û wiha pê de çû: "Derengmayîna cîhan û hêzên cîhanî di itîrafkirina bi qirkirina osmanî ya li dijî gelan hişt ku dewleta Tirk vejandina xîlafeta Osmanî bifikre."

Wail Mîrza diyar kir ku armancên dewleta Tirk ji destwerdana li aloziya Sûriyê, dagirkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û destwerdana wê di şerê Azerbêcan û Ermenistanê de eşkere ye, ew jî guhartina demografiya van herêman e.

'DEWLETA TIRK DESTWERDANÊ LI HEMÛ DEWLETÊN BINAKOK DIKE'

Mîrza wiha domand: "Dewleta Tirk terorîstan dişîne Lîbyayê, destwerdanê li ava herêmî ya Yewnanistanê dike, îro jî terora xwe bi şandina çeteyan ji Ermenistanê re da ku berjewendiyên xwe yên şexsî bimeşîne, temam dike."

Mîrza destnîşan kir ku dewleta Tirk destwerdanê li hemû dewletên aloz dike û wiha berdewam kir: "Ev nîşaneya ku dewleta Tirk di arîşeyên hundirîn re derbas dibe. Da ku itîrafê bi pirsgirêkên xwe yên hundirîn neke û wan pisrgirêkan derdixîne derve mîna Sûriyê û Lîbyayê, îro jî destwerdanê li Azerbêcan û Ermenistanê dike."

Wail Mîrza destnîşan kir ku dewleta Tirk dijminê yekemîn ê gelan e û wiha axivî: "Dema li dîrokê vegerin em ê bibînin ku dewleta Tirk êrişî asûriyan kiriye, qirkirina ermenan pêk aniye, îro jî dijminê sereke yê Kurd e, ji wê zêdetir jî itîrafê bi tevahî gelên li herêmên xwe nake."

Wail Mîrza da zanîn ku divê hêzên cîhanî yên idîa dikin parastina mafên mirovan û aştiyê dikin û idîaya şerê terorê dikin yek helwestê bigirin û itîraf bikin ku dewleta Tirk piştevanê yekemîn a terora li herêmê ye.

Endamê Meclisa Serokatî ya MSD'ê Wail Mîrza gotina xwe wiha bi dawî kir: "Heke dewleta Tirk aştiya mayîne bi dewletên cîran re dixwaze, bila bizane ku aştî bi şerê li dijî dewletên cîran û têkbirina mafên gelan pêk nayê."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MFCvcYFL_-Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>