Yekitiya Jinên Ciwan sibe kongreya xwe ya 4’an li dar dixe

Yekitiya Jinên Ciwan dê di 6-7 Cotmehê de bi diruşma "Bi rêxistina jinên ciwan em ê dagirkeriyê têk bibin", kongreya xwe ya 4'emîn li dar dixe.

Yekitiya Jinên Ciwan sibe kongreya xwe ya 4’an li dar dixe
5 cotmeh, 2020   01:32
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Bi armanca nirxandina xebatên du salên borî, nîqaşkirina rewşa jinên ciwan û rêbazên pêşdeçûna wê, Yekitiya Jinên Ciwan amadekariya lidarxistina kongreya 4’an dike.

Tê payîn ku kongreyê sibe bi diruşma "Bi rêxistina jinên ciwan em ê dagirkeriyê têk bibin", bi beşdariya 550 delegeyên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest pê bike. Kongrê wê di rojan dewam bike.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Hesekê û endama komîteya amadekar a kongreyê, Jînda Elî armanca lidarxistina kongreyê wiha eşkere kir: "Hedefa lidarxistina kongreyê geşkirina birêxistina jinên ciwan, zanabûn û afktîfkirina rola wê di tevahî aliyan de, her wiha beşdariya wê di tevahî çalakiyan de ye."

Jînda got: "Dem dema azadî û serkeftinê ye, divê tevahî jin ji bo rizgarkirina civaka xwe bixebitin û li hember tevahî komployên li dijî wan bin."

Li gorî Jînda Elî, di plannameya xebata kongreyê de, axaftin bi navê şandeyên beşdar wê werin kirin, rapora du salên borî wê were xwendin û li ser nîqaş bê kirin, her wiha rêziknameya Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê were nîqaşkirin.

Dê di kongreyê de, behsa mijara şerê taybet a ku dewleta Tirk a dagirker, rejîmên kapîtalîst û dewletên herêmî li dijî çîna ciwanan pêk tîne û hewldana wan ji dûrxistina şoreş û fikra şoregerî, bê kirin, her wiha dê mijarên qetilkirina jinan, sedem û rêbazên sînordarkirina van sûcan bên nîqaşkirin.  "

Jînda Elî wiha domand: "Dê kongre bibe bersiva gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çîna ciwan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê. Her wiha dê bibe şansa bilindkirina têkoşînê ji bo rakirina tecrîda girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan."

Kongrê, dê bi rasthatina salvegera serhildana gel a ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê, di 6-7’ê Cotmehê de li dar dikeve. Ew jî bersivek ji operasyonên qirkirina siyasî ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî siyasetmedarên kurd ên piştevaniya berxwedana Kobanê kiriye ye.

Kongreya 3’yan a Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8’ê Tebaxa 2018’an de bi diruşma "Felsefeya Ocalan dê mêtîngeriyê têk bibe, bi pêşengtiya jinên ciwan dê Sûriyeke azad ava bikin" li Navenda Aram Tîgran li bajarokê Rimêlanê bi beşdariya 800 delegeyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dar ket.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SRwI9I9DbDg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>