​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê: Ramanê rêbertî çareya tekane ya bidawîkirina aloziyan e

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku azadiya rêber Abdullah Ocalan çareya tekane ya bidawîkirina krîzên Rojhilata Navîn e.

​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê: Ramanê rêbertî çareya tekane ya bidawîkirina aloziyan e
5 cotmeh, 2020   03:12
HESEKÊ-OLVA HAC MENSÛR-BOTAN HISÊN

Li gel zêdebûna girîngiya pêşniyarên siyasî û fikrî yên rêber Abdullah Ocalan desthilata Tirk tecrîda girankirî ya li dijî wî didomîne.

Rêbertî di gelek boneyan de bi analîz û peyamên xwe de çareserî ji doza Kurd û aloziyên li Rojhilata Navîn de, bi taybet aloziya Sûriyê, eşkere kir.

Tevî ku gelek gelên bindest di fikra Ocalan de rizgariyê dibînin, lê desthilata Tirk di sûcên li dijî mafên wî, qedexekirina malbat û parêzerên wî ji bo hevdîtinê de berdewam e.

Li ser daxwaza Serdozgeriya Giştî ya Bursayê yê Tirkiyê, Dadgeha Cînayetê ya Duyemîn a Bursayê hevdîtina parêzeran a bi rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên siyasî yên din ên li Îmraliyê  6 meh hate qedexekirin.

Der barê tecrîdê de, şêniyên Dirbêsiyê da zanîn ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan çareya yekane ya aloziya Sûriyê û nakokiyên li Rojhilata Navîn e.

Şêniya bi navê Wîam Mehmûd wiha got: "Dewleta Tirk girankirina tecrîda li dijî rêber Ocalan de didomîne, ji bo pêkanîna aştiyê li Sûriyê û Rojhilata Navîn divê xwe bispêrin fikr û felsefeya rêbertî."

Wîam Mehmûd wiha domand: "Bi berdewama girêkbûna rewşên li Rojhilata Navîn re, girîngiya li ser pêşniyarên rêbertî roj bi roj zêde dibin. Ji lew re dixwazin tecrîdê bi dawî bikin û rêbertî serbest berdin da ku aştî pêk were."

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Siûd Dirbas sûcên ku dewleta Tirk li dijî rêbertî pêk tîne şermezar kirin û wiha berdewam kir: "Divê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bê şikandin, parêzer û malbata rêbertî wî bibînin."

Dirbas îşaret pê kir ku fikrên rêber Ocalan rêgeza biratiya gelan di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de disepîne.

Şêniya bi navê Hocîn Hêres diyar kir ku desthilata Tirk bi hedefa dûrxistina gelê Kurd ji fikr û felsefeya rêbertî re û îmhakirina çand û zimanê vî gelî, tecrîda li dijî Ocalan giratir dike.

Hocîn Hêres behsa projeya neteweya demokratîk a ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe separtinê, kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Fikrarêber Ocalan û modela jiyana hevbeş a di nava şêniyên herêmê de derfeta çareserkirina aloziya Sûriyê vekir û divê hewldana pêkanîna wê bê kirin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dip_nr1V2CA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>