Hiqûqnas: Cezayên li dijî rêber Ocalan li dijî qanûn û hevpeymanên navneteweyî ye

Parêzeran destnîşan kir ku biryara serdozgeriya giştî ya dewleta Tirk a li dijî rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî, li dijî qanûnên navneteweyî ne û divê rêxistinên mafên mirovan, nexasim CPT yekser destwerdanê bikin.

Hiqûqnas: Cezayên li dijî rêber Ocalan li dijî qanûn û hevpeymanên navneteweyî ye
4 cotmeh, 2020   09:50
QAMIŞLO-DIJLE EHMED

Li ser daxwaze dadgeheke dewleta Tirk Serdozgeriya Giştî ya Bursayê ya dewleta Tirk biryara qedexeya serdanên parêzeran heta 6 mehan li rêber Abdullah Ocalan û 3 hevalên wî yên din ên li Îmraliyê da.

Têkildarî vê biryarê hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê parêzer Xedîcê Îbrahîm got: “Dadgeha dewleta Tirk biryara qedexeya hevdîtinê bi parêzeran re ya 6 mehan li rêber Abdullah Ocalan û kesên din ên di girtîgeha Îmraliyê de da. Ev biryar wek cezayekî li djî rûmeta mirovahiyê ye û cureyek ji îşkenceya derûnî ye.”

Xedîcê Îbrahîm destnîşan kir ku cezayên hatine birîn, qanûnên navneteweyî binpê dikin û divê rêxistinên têkoşîna li dijî tundiyê û rêxistinên mirovî yekser destwerdanê  bikin. Xedîce bêdengiya rêxistinên mafên mirovan der barê kiryarên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan de şermezar kirin û got: "Mixabin, ji beriya çend salan ve rêber Abdullah Ocalan di tecrîdê de ye û rêxisitnên navneteweyî ku qaşo parastina mafên mirovan dikin û li hemberî tundiyê tê dikoşin, bê deng in."

Xedîce Îbrahîm rapora CPT`yê bi "şermok" wesifand û got: “Ew rastiya kirinên li dijî rêber Abdullah Ocalan venegotin. Dewleta Tirk ji cezayên ku li rêber Abdullah Ocalan ferz dike armanc dike ku gelê Kurd ceza bike.”

Parêzer Xedîcê Îbrahîm bang li Komîteya Têkoşîna li dijî Tundiyê (CPT) û tevahiya rêxistinên mafên mirovan kir ku van cezayên dermirovî yên li dijî rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd û kesên di girtîgeha Îmraliyê de, bisekinînin û li gorî pîvanên navneteweyî bi erka xwe rabin.

Endamê Komîteya Parastina Mafên rêber Abdullah Ocalan û şopandina sûcên ku li dijî wî têne kirin, parêzer Îlwan El-Kaûd da zanîn ku ji biryara dewleta Tirk a li dijî rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî di girtîgeha Îmraliyê de  hate agahdarkirin, ev biryar piştî redkirina daxwaznameya 107`an a ku parêzeran ji bo hevdîtinê pêşkêş kirine, hat.

El-Kaûd diyar kir ku dewleta Tirk bi redkirina daxwaznameya hevdîtinê, mafên mirovan û tevahiya pîvanên navneteweyî yên ku hevdîtinên parêzer bi mewkilê xwe re dabîne dike, binpê dike.

El-Kaûd da xuyakirin ku ev biyar li djî tevahiya maf û hevpeymanan e û rêxistinên navneteweyî sûcên dewleta Tirk dinuxmînin.

Di dawiyê de Îlwan El-Kaûd bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqî kir ku dawî li vê biryarê bînin û rê bidin ku parêzer bi rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî yên di girtîgeha Îmraliyê de bicivin.

Cara dawîn hevdîtina parêzeran bi rêber Abdullah Ocalan re di 22`ê Gulanê, 12-18`ê Hezîranê û 7`ê Tebaxa 2019`an pêk hatibû. Ji wê demê ve parêzeran 107 daxwaznameyên hevdîtinê pêşkêş kirine lê hemû ji hêla dewleta Tirk ve hatine redkirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ccZA0E3GFtM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>