Ciwanên Şoreşger ber bi Dêrikê ve diçin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya şermezarkirina komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya pêngava KCK`ê de ku 12`ê Îlonê ragihandibû, dest bi meşeke dirêj kir. Ciwanan îro ji Girkê Legê berê xwe dan Dêrikê. Tê payîn ku îro ciwan 23 km bimeşin.

Ciwanên Şoreşger ber bi Dêrikê ve diçin
4 cotmeh, 2020   09:18
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye, tekez em ê bi ser bikevin" bi armanca piştgiriya pêngava KCK`ê ya ku di 12`ê Îlonê de bi dirûşma "Na ji tecrîdê û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye" ragihandibû û şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin, 2`yê Cotmehê ji bajarê Qamişloyê dest bi meşeke dirêj ber bi bajarê Dêrikê ve kir.

300 ciwanên ji pêkhateyên herêma Cizîrê ji Kurd, Ereb û Suryan tev li meşê bûn. Di roja yekemîn a meşê de ciwan gihaştin navçeya Tirbespiyê û duh ber bi Çilaxa ve çûbûn û îro jî gihaştin Girkê Legê.

Bi dehan kes li kêleka rêyan pêşwaziya girseya ciwanan kir, hinekan xwarin û av ji ciwanan re pêşkêş kirin û hinekan jî birin reşand.

Ciwan îro dê ji navçeya Girkê Legê ber bi Dêrikê ve biçin û tê payîn ku 23 km bimeşin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/s2ok6Q6HTSw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>