Meclisa Jinên Ciwan li Minbicê daxuyaniyek da

Di çarçoveya hemleya "Em dibêjin na" de îro Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê û Gundewarên Wê daxuyaniyek da û sûcên artêşa Tirk ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Meclisa Jinên Ciwan li Minbicê daxuyaniyek da
4 cotmeh, 2020   10:08
MINBIC

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezarkirina sûcên artêşa Tirk ên li dijî jinan û banga serhildanê li djiî wê, dest bi pêngava "Em dibêjin na" kir.

Di vê çarçoveyê de Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê daxuyaniyek da û tê de îşaret pê kir ku jinên ciwan dê parastina xaka xwe bikin û tu carî serî ji dagirkeriyê re natewînin.

Daxuyanî li pêşiya çerxerêya bajarokê Ebû Qelqel ê li başûrê Minbicê hate xwendin û tê de ev yek hate destnîşankirin:

"Bi navê jinên ciwan ên li Minbicê û gundewarên wê em îro rewşa bajarên xwe dibînin ên ku ji ber sûcên artêşa Tirk a dagirer bi serkêşiya Erdogan kujerê zarokan, vegherîne herêmên ne ewle. Niha piştî bi sedan salan dixwaze xeyalên pêşiyên xwe bi rêya kuştina zarokan, talankirinê û destdirêjkirinê pêk bînin.

Bi navê jinên ciwan ên Minbicê û gundewarên wê em dibêjin her kesê ku dixwaze bi rûmet û azad bijî, divê bizane ku jiyana di bin dagirkeriyê de tê wateya ku wî/ê mirin qebûl kiriye.

Gelê Kurd xwediyên vê xakê ye, em ê parastina xaka xwe bikin, tu carî rê nedin ku sûcên Osmaniyan li ser xaka me ya pîroz dubare bibin. Nexasim jinên ku rastî tevahiya cureyên tundiyê tên û ji mafên xwe bêpar dimîne. Lê dîsa jî serî netewandin.

Di dawiyê de em dibêjin ku ji bo jinên ciwan azadiya xwe û azadiya civaka xwe mîsoger bike û bigihêje civakeke azad û demokrat, divê şopdara şoreşa demokrasiyê be."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tQu2XVtF3Ks" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>