Kurdên li Lubnanê ji ber wefata Bavê Şêx sersaxî xwestin

Li Beyrûtê ku paytexta Lubnanê ye, Kongreya Star û PYD'ê merasîmê sersaxiyê yê rêveberê Meclisa Rûnahî ya civaka Êzidî li Cîhanê Şêx Xirto Hacî Îsmaîl "Bavê Şêx" li dar xist.

Kurdên li Lubnanê ji ber wefata Bavê Şêx sersaxî xwestin
3 cotmeh, 2020   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Merasîmê sersaxiyê yê rêveberê Meclisa Rûnahî ya civaka Êzidî li Cîhanê Şêx Xirto Hacî Îsmaîl "Bavê Şêx" li avahiya Komeleya Newroz a Çandî û Civakî ya Beyrûtê hate lidarxistin.

Hejmareke kurdên li Lubnanê, tevlî nûnerên Kongreya Star,PYD, TEV-DEM û Komeleya Newroz  beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û sersaxîji civaka Êzidî re hate xwestin.

ANHA