'Erdogan aloziya digel Rûsyayê ji Rojhilata Navîn vediguhêze Qafkasyayê'

Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li herêma Qerebaxê didome. Tirkiye di şer de destekê dide hêzên Azerbaycanê. Ermenistan, Tirkiyê tawanbar dike ku beşdarî êrişan dibe. Çavdêr diyar dikin ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide sûdê ji gurkirina vî şerî werbigire.

'Erdogan aloziya digel Rûsyayê ji Rojhilata Navîn vediguhêze Qafkasyayê'
4 cotmeh, 2020   04:12
NAVENDA NÛÇEYAN- OMER MÛSA

Ji 27'ê Îlonê ve, şerê di navbera hêzên Ermenistan û Azerbaycanê de nesekiniye. Li gorî texmînên gelek çavdêran, dibe ku di demeke nêzîk de şer dijwartir bibe, nemaze piştî ku Azerbaycanê li ser zimanê serokê wê Hamlham Aliyev ragihand ku: "Şer nasekine ... heya rizgarkirina axên herêmê."

Bakû bêpûketiya xwe, ji piştgiriya mitleq a Tirkiyeyê digire, çi bi çekên teknolojiya bilind li kêleka Îsraîlê, çi jî bi hezaran çeteyên ku Tirkiyê bi zorê ji Sûriyê ber bi sînorên germ ve derxistin.

Li ser mijarê nivîskar û şîrovekarê siyasî yê filistînî Mihemed Ebû Mihadî diyar kir ku siyaseta serokkomarê rejîma Tirk Erdogan li ser bingehek bîrdozî ya berfireh e û got, “Mîna her despotê ku di dirêjahiya dîrokê de desthilatdar derbas kiriye, hewl dide ku wekî serok û çêkerê dîrokê xuya bike. Lê ev serdem ji bo Tirkiyê bi hilweşîna Xîlafeta Osmanî re bi dawî bû. Xîlafeta Osmanî bi şer û komkujiyan xwe berfireh kiribû. Di nav de 'Qirkirina Ermen" ya li dijî nêzîkî mîlyonek û nîv welatiyên Ermenî, ku wekî "qetlîamên Ermeniyan" tê zanîn kirin û nêzîkî bîst welatên Ewropî ew wekî qirkirina komî pênase kir."

Ebû Mihadî ji ANHA'yê re axivî û got: " Piştgiriya Erdogan ji Azerbaycanê re xwedan sedemên dîrokî ye û hewldanek wî ye ku dewleta Ermenî têk bibe ya hîna ji Enqere dixwaze ku îtîrafê bi berpirsyartiyên xwe ji qirkirina Ermeniyan re bike."

Mihadî bi bîr xist ku Azerbaycan herêmek bi jêderên enerjiyê dewlemend e û Tirkiye di jêderên enerjiyê de zehmetiyên wê hene, ji ber vê Erdogan hewl dide ku sûdê ji van jêderan bigire, bi berdêla piştgiriya Azerbaycanê bike û şer gur bike.

Ebû Mihadî bi domdarî got: "Enqere hewl dide aloziya xwe ya bi Moskovê re ya di dosyaya Sûriyê de ji Rojhilata Navîn veguhêze herêma Qafqasyayê anku sînorê Rûsyayê. Ev yek ji hêla Enqerê ve wekî hewldaneke ku lihevkirina Soçî ya ku bi Rûsyayê re îmze kiriye biguhere. Li gorî vê lihevkirinê Rûsyayê planên Erdogan ên li bakurê Sûriyê kêm kir. Mîna rêya navdewletî ya M4 a ku Moskov dixwaze bi lez veke da ku xebatên bazirganiyê dest pê bike. Her wiha vekişandina hêzên leşkerî yên Tirkiyê ji başûrê rêyê û xistina wê çembereke bi kûrahiya 35 km. Li kêleka van Erdogan hewl dide krîza hundir a li ser asta aborî û siyasî derxîne derve."

Her weha nivîskar û şîrovekarê siyasî yê filistînî Mihemed Ebû Mihadî destnîşan kir ku Erdogan dixebite ku sûdê ji herêmên şer bigire û cihekî xwe lê çêbike da ku raya giştî ya hundir, bi binkeftina aborî û hilweşîna lîreya Tirkî li beramberî dolarê Amerîkayê mijûl bike. Her wiha bal kişand ser binkeftina siyaseta Erdogan a ji ber parçebûna di nava AKP'ê de, operasyonên binçavkirinê, çavdêrî û kontrokirina amûrên tevna civakî.

ANHA