Panorama hefteyê: Li başûrê Sûriyê alozî, Tirkiye hewl dide bigihêje gaza Qafkasyayê

Di hefteya borî de, alozî di navbera hêzên alîgirên Rûsya û yên Şamê û Îranê de li başûrê Sûriyê derket, ev yek dide diyarkirin ku peymana başûr nimûneyeke bi fikar li ser pêşerojê Sûriyê ye. Li aliyekî din Tirkiye hewl dide bighêje petrol û gaza Qafkasyayê. Tehran bi êrişan li ser Hewlêrê nameyek ji Washingtonê re şand.

Panorama hefteyê: Li başûrê Sûriyê alozî, Tirkiye hewl dide bigihêje gaza Qafkasyayê
4 cotmeh, 2020   04:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser rewşa başûrê Sûriyê, aloziya li Qerebaxê û êrişa Îran a li ser Hewlêrê.

ŞERQ EL-EWSAT: PEYMANA BAŞÛR JI BO SÛRIYÊ NIMÛNEYEKE BIFIKAR E

Rojnameyên erebî vê sibehê di kar û barên Sûriyê de behsa gelek mijaran kir. Jê ya herî girîng rewşa li başûrê welêt. Di vî warî de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Piştî du salan li ser îmzekirina Peymana Başûr, êdî herêmên başûr û başûrê rojavayê Sûriyê li gel rageşiya Rûsya û Îranê li ser hegemonyayê, ji aramiyê dûr in. Ji ber wê şîrovekar pêşbîn dikin ku ev nimûne ji bo pêşeroja Sûriyê metirsîdar e.”

Rojnameyê wiha domand: “Ev peyman, rê da ku hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê gundewarên Deraa û Quneytra li gorî lihevkirina Amerîka-Rûsyayê bi erêkirina Urdin û Îsraîlê kontrol bikin. Li gorî wê lihevkirinê, hêzên opozîsyonê xwe teslîm bikin û hêzên ne sûrî (yanî rêxistinên ne herêmî yên alîgirên Îranê jî ji herêmên sînorê Urdin û Colanê hatin derxistin.

Lê piştî du salan li ser vê peymanê, nearamî û kirinên tund berdewam in. Her wiha bûyerên kuştinê didomin. Herî dawî hedefgirtina hêzên alîgirên Rûsyayê û êrişên Îsraîlê yên li dijî nuqteyên Îranê yên ku hebûna xwe bi îmzekirina peymanê re guhert, çêbûn.”

EL-EREB: DEWLETA TIRK RAGEŞIYA XWE BI RÛSYAYÊ RE JI ROJHILATA NAVÎN VEGUHAST QEFKASYAYÊ

Têkildarî nakokiya di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Helwesta Tirkiyê ji vî şerî di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de gelek pêşbiniyên şîrovekaran piştrast dikin ku Enqere dê vî şerî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û rageşiya xwe bi Rûsyayê re ya li herêma Rojhilata Navîn tam ji Sûriyê veguhêze Qefkasyayê ya xwedî stratejiyeke girîng.

Li gorî balyozê Ermenistanê yê li Rûsyayê Vardan Taghanyan; çekdarên ku ji Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve hatine derxistin, tev li şerên li herêma Qerebaxê dibin. Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan çi qas ji dest were, dixwaze Rûsyayê şantaj bike.

Rûysa û dewleta Tirk dizanin ku pêwîstiya wan bi amadekariyê ji her tehdîdekê re ji hêla aliyê din ve heye, ji ber wê têkiliyên leşkerî herêmî ava dikin. Enqere ji bo wê dixwaze stratejiya xwe ya ku ji Sûriyê heta Qefkasyayê dirêj dike, ferz bike. Lê gelekî dijwar e vê yekê ji aliyê siyasî ve pêk bîne, ji ber ku Moskov wê rê nede ku cabilxaneya leşkerî ya Tirk derbas bibe. Lewra dewleta Tirk wek çareserî, dê Deryayê Qezwînê bi kar bîne û çeteyan ji Sûriyê veguhêze Azerbêcanê.

Nuqteya nakok a sereke di navbera her du aliyan de ew e ku Rûsya dixwaze di zûtirîn demê de rêya M4 vebe û hêzên Tirk ji başûrê vê rêyê bi kûrahiya 35 km paşde vekişin. Enqere jî dixwaze çarenûsa herêmên hundirîn ên ku ketin bin parastina hêzên ewlehiyê bi çavdêriya Enqere û Moskovê û di dawiya sala borî de hêzên hikumeta derbasî wê bû, li gorî lihevkirina Soçiyê diyar bike. Ew jî bi armanca ku destkeftiyên mezintir li parêzgeha Idlibê bi dest bixe. Lê Rûsya dixwaze hêzên rejîma Sûriyê wan herêman kontrol bikin û rewşê wisa bihêle.

Ji bo wê her du alî dixwazin rêyeke yêdek bibînin, bi taybet Rûsya ya ku dixwaze rejîma Beşar Esed biparêze. Lewre veguhestina şer ji Qoqazê re mentiqî xuya dike. Navenda Stratfor di salên borî de tevgerên balkêş li dora Deryaya Qezwînê û çiyayên Qefkasyayê belge kirin.

Enqere jî dixwaze tevgera xwe ya siyasî li herêmê bi rêya deriyê desteka leşkerî zêde bike. Li rex hevalbendiya wê bi welatên Qefkasyayê re li ser asta bazirganê, wê helbet rastî gelek astengiyan were. Dibe ku Rûsya destê xwe ji Ermenistanê rake û desteka piştgiriya Tirkan ji Azerbêcanê re bike.”

UKAZ: ŞERÊ QEREBAXÊ JI BO DIZIYA GAZ Û PETROLA QAFKASYAYÊ YE

Der barê geşedanên li Qerebaxê rojnameyê nivîsî: “Li herêma Nagorny Qerebax boriyên petrolê yên xwedî girîngiya stratejîk derbas dibin, ji ber ku cihekî jeopolîtîk yê girîng e, ev borî, petrola Deryaya Xezarê di ser Gurcistan û Tirkiyê re, ji Azerbêcanê vediguhêze dewletên Rojava.

Rejîma Tirkiyê vî şerê di navbera Ermenistanê û Azerbêcanê de bi kar tîne, çeteyan bi rê dike da ku agir li dijî Bakûyê gur bike û para xwe ya petrolê û gazê biparêze, ji ber wê Tirkiye destwerdana vî şerî dike.”

EL-EREB: LI PEY ÊRIŞKIRINA ERBÎLÊ NAMEYA ÎRANÊ HEYE, JI BO PÊŞWAZÎKIRINA AMERÎKIYAN TU DEVERÊN ARAM TUNE NE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev nivîsand: "Herêma Kurdistanê Iraqê tewanbar kir ku Hêzên Heşda Şabî roja çarşemê bi moşekan êrişî balafirgeha Erbîlê kir û zirarên madî hene û windahî çênebûn. Di dawiyê de bandorê li rageşiya herêmê ya di navbera Wahingtonê û Tehranê de dike."

Çavdêr dibêjin ku Îranê bi rêya milîsên xwe yên li derveyî qanûnê tev digerin dixwaze ragihîne ku xaka Iraqê ne aram e û nabe dîplomat an jî leşkerên Amerîkayê werin, di nav de bajarê Erbîlê ku paytexta herêmeke kurdî ye û li Başûrê welêt serbixwe ye û ewlehiya wê derê ji deverên din baştir e.

Piştî milîsên Îranê asta êrişên xwe yên li dijî baregeha Washingotinê ya li paytexta Iraqê zêde kirin, planên Amerîkayê yên veguhastina ji Bexdayê ber bi Erbîlê kete rojevê û bi nêzîkbûna dema hilbijartinên serokatiyê yên DYA`yê de metirsiya ji kiryarên Îranê heye.

Duh DYA`yê hişyarî da ku ew ê êrişên komên Îranê ji nuqteyên Amerîkayê re yên li Iraqê di ber çavan re derbas bike û hikumeta Iraqê ji vekişandina Amerîkayê bi fikar e.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê David Schenker ji Şerq El-Ewset re diyar kir ku ew ê gefên li dijî artêşa wan û welatiyên wan ên li derve bi cih bûne paşguh nekin, heke pêwîst bike ew ê ji bo parastina welatiyên xwe tedbîran bigirin, lê bi awayekî fermî behsa gefa girtina balyozxaneya DYA`yê ya li Bexdayê nekir.

Çavkaniyên dîplomatîk ragihand ku balyozxaneya Amerîkayê bi rastî jî hejmarake leşkerên xwe yên li Bexdayê bo Erbîlê û bo demekê veguhezand û bendewarê temamkirina nirxandina rewşa ewlekariyê ya li paytexta Iraqê ye.