HRW`ê siyaseta dewleta Tirk a qirkirina muxalefetê şermezar kir

Human Rights Watch ji ber siyaseta dewleta Tirk li dijî siyasetmedarên muxalîf bi fikar e û teqez kir ku ev siyaset îspata sînordarkirina mafan e.  

HRW`ê siyaseta dewleta Tirk a qirkirina muxalefetê şermezar kir
3 cotmeh, 2020   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ragirtina 17 siyasetmedar  û rayedarên niha û yên berê yên HDP`ê ya muxalîf û berdana sê kes ji wan bi mercên çavdêriya dozgeriyê eşkere kir.

HRW`ê bi raporekê da zanîn ku dozgeriya dewleta Tirk ragirtina siyasetmedaran heta van kêliyan bi berdewmkirina lêpirsînê ve girê dide ku ew beşdarî xwepêşandanên 2014`an bûne. Her wiha diyar kir ku ew ji ber bikaranîna hikumeta Tirkiyê ya cezaya girtinê û sînordarkirina mafan ji bo avakirina komeleyên siyasî û nexasim muxelefet bi fikar e. 

Cîgirê Gerînendeya Bernameyan ya Rêxistinê Tom Porteous diyar kir ku ragirtina siyasetmedarên partiya ku ji %12  deng di hilbijartinên 2018`an de bi dest xistine, beşek ji siyaseta Enqere ya sûcdarkirina muxelefeta siyasî ye.