Iraq wê tedbîrên ewlehî bigire da ku êrişên li ser Bexdayê rawestîne

Wezîrê karên Derve yê Iraqê Fûad Mihemed Hisên ji hempêşiyê xwe yê Amerîkayê re Make Pompeo bi peywendiyeke telefonê  diyar kir ku hikumeta Iraqê tedbîrên ewlehî girtin da ku êrişên li dijî şandeyên dîplomatîˏ balyozxaneya Amerîkayê û balafirgeha neteweyî ya Bexdayê, rawestîne.

Iraq wê tedbîrên ewlehî bigire da ku êrişên li ser Bexdayê rawestîne
3 cotmeh, 2020   10:20
NAVENDA NÛҪEYAN

Wezareta Derve ya Iraqê daxuyand ku wezîrê derve Fûad Mihemed Hisên bi rêya peywendiya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Make Pompe re axivî û behsa têkiliyên dualî yên xurt û biryara destpêkê ya rêveberiya Amerîkayê ya vekişandina balyozxaneya xwe ji Bexdayê, kir.

Li gorî daxuyaniyê Hisên fikara xwe der barê vê biryarê de eşkere kir rûxmî ku ew biryar girêdayî aliyê Amerîkayê tenê ye, lê dibe ku ew bibe sedema encamên ne li gorî berjewendiyên gelê Iraqê. Hisên destnîşan kir ku hikumeta Iraqê tedbîrên ewlehîˏ rêxistinîˏ siyasî û dîplomatî ji bo êrişên li ser Herêma Kesk û balafigehê rawestîne, girtin.

Hisên diyar kir ku tedbîrên hatine girtin wê di demeke nêz de dê encameke erênî bide.