Dewleta Tirk bangên bidawîkirina şerê di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de red kir

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan daxuyaniya serokên DYA, Rûsya û Fransayê ya ku banga agirbesta di navbera Azerbêcan û Ermenistan de kirin, red kir.

Dewleta Tirk bangên bidawîkirina şerê di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de red kir
3 cotmeh, 2020   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 30`yê Îlonê de Pûtîn, Macron û Trump ji bo agirbesta li Artsax- Qerebaxê bang kirin.

Duh Erdogan idîa kiribû ku têkoşîna li Azerbaycanê dê heta rizgarkirina Qerebaxê ji Ermenistanê berdewam bike.

Erdogan ev yek li gotina xwe zêde kiribû: " Ji Sûriyê heta bi Deryaya Spî û Kafkasyayê, hewldanên dorpêçkirina Tirkiye hene û ji bo têkbirina van hewldanan em parastina hêz û yekitiya xwe dikin."

Erdogan bangên DYA, Rûsya û Fransayê yên destpêkirina diyalogan red kirin û got  ji wan re guncawtir e ku ji Ermenistanê daxwaza vekişandinê bikin.

Her wiha Erdogan destnîşan kir ku Azerbêcanê ji bo parastina xaka xwe û rizgarkirina Qerebaxê dest bi operasyonên mezin kiriye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan îşaret pê kir ku ew ê bi tevahiya karîn û hêza xwe alîkariya artêşa Azerbêcanê bike û ew wekî bira û heval wesif kir.

Li herêma Qerebaxê ku nifûsa wê 100 hezar e û piraniya wan Ermen in, ji 27`ê Tebaxê ve di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de şerekî dijwar rû dide.

(eh)