​​​​​​​Siyasetmedarekî Ermenî: Dijminahiya Tirkiyê ya ji Ermenistanê re dîrokî ye

Serokê Desteya Niştimanî ya Ermenî ya Misirê Dr. Armîn Mezlûmyan got: "Tirkiyê ji ber dijberiya wê ya dîrokî bi ermen re destekê dide Azerbaycanê û çavê xwe berdaye petrol û gaza Azerbaycanê."

​​​​​​​Siyasetmedarekî Ermenî: Dijminahiya Tirkiyê ya ji Ermenistanê re dîrokî ye
3 cotmeh, 2020   05:24
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

Bi destpêka şer di navbera herdu aliyan de, Azerbaycan û Ermenistanê rewşên awarte û seferberî ragihandin.

Hikumeta Ermenistanê Tirkiye tawanbar kir ku 4 hezar çeteyên Sûrî li Azerbaycanê belav kirine. Lê desthilata Azarbaycanê ev yek derewand. Lê gelek dezgehên ragihandinê daxuyaniyên hikumeta Ermenistanê piştrast kirin û hevdîtin bi çeteyên Sûrî yên li eniya Qerebaxê re pêk anîn.

Rejîma Tirk jî desteka xwe ya rasterast ji Azerbaycanê li hemberî Ermenistanê re ragihand.

Li ser vê mijarê Serokê Desteya Niştimanî ya Ermenî ya Misirê Armîn Mezlûmyan ji ANHA'yê re axivî û got: "Têkiliyên dîrokî yê Tirkiyê bi Azerbaycanê re hene, her wiha projeyên enerjiyê yên hevbeş di navbera wan de hene. Enqere eşkere li ser zimanê rayedarên Tirk dibêjin ku ew ê bi hemû derfetan li kêleka Azerbaycanê bisekine."

Mezlûmyan bi bîr xist ku "Rêveberê Desteya Pîşesazîya Parastinê ya Tirkiyê Îsmaîl Demîr got ku pîşesaziyên me yên parastinê bi hemû hêz û teknîka xwe, ji balafirên bê mirov, çebilxane, mûşek û pergala me ya deryayî ya alketronîk her tim di xizmeta Azerbaycanê de ne."

Serokê Desteya Niştimanî ya Ermenî ya Misirê destnîşan kir ku Tirkiyê di mehên Tîrmeh û Tebaxa borî de tetbîqatên leşkerî yên mezin bi Azerbaycanê re pêk anîn û wiha axivî: "Planên tirkan ji her kesî re eşkere ne, dixwazin gaza Azerbaycanê bi rêya dirêjkirina boriya gazê di rêya Anadol piştre Ewropa bê buhayê kêm dirêj bike. Her wiha baceyan li ser ferz bike. Bi vê dê aboriya xwe û cihê xwe yê stratejîk xurt bike, nemaze piştî ku plana wê li Rojhilatê Deryaya Spî bi rêya girtekên Misir bi Yewnanistan û Qibrisê re têk çûn."

Mezlûmyan eşkere kir ku li ser erdê şerê di navbera hêzên Azerbaycanê û Ermenistanê li Qerebaxê didome, piştî ku hêzên Azerbaycanê êrişeke berfireh li dirêjahiya xeta şer da destpêkirin. Her wiha balafirên Azerbaycanê bi desteka rasterast  ya balafirên F16 û dronan herêmên sivîlên lê hene û baregehên parastinê yên Qerebaxê bomebebaran dikin."

Armîn Mezlûmyan diyar kir ku bi armanca tirsandina sivîlên li Qerebaxê jîngehên sivîlan, di serî de jin û zarok têne êrişkirin, ziyaneke mezin gihaşt binesaziyê herêmê û got, li gorî agahiyên îstîxbaratê û çavkaniyên li Sûriyê û Lîbyayê buroyên qeydkirina navên çeteyan hatine vekirin da ku wan ji bo şerê li dijî Ermenistanê bişînin Azerbaycanê.

Mezlûmyan da zanîn ku alava ragihandinê ya Tirkiyê û Azerbaycanê nûçeyên derew û propagandayeke mezin belav dikin û wiha domand: "Şerê di nava Ermenistan û Azerbaycanê de ne tenê li ser erdê ye. Lê belê gihaşt asta şerê ragihandin û daxuyaniyan ku li înternêtê belav bûye. Agahiyan belav dikin ku ji bingeh ne rast in da ku raya giştî bixapîne û tevliheviyê di nava sivîlan de çêbike, her wiha atmosfêreke nebaweriyê bi rêveberiya wê re biafirîne."

Têkildarî sedemên şer Mezlûmyan got: "Divê were teqezkirin ku pirsgirêka Qerebaxê ne mezhebî ye û ne jî olî ye, lê belê dîroka gelekî ye ku mafên wê yên dîrokî bi zorê sala 1921'an ji aliyê Joseph Stalin ve di dema serweriya Yekîtiya Soviyetê de hate binpêkirin, ku herêm hate qutkirin û bi neheqî bi mîras û şaristaniya Komara Azerbaycanê ve hate girêdan."

Mezlûmyan binpêkirinên agirbest û êrişên li xeta temas û jîngehê sivîlên Ermenistanê şermezar kirin.

Derbarê çareseriyê de Mezlûmyan diyar kir ku çareseriya tekane ya ji aloziya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê li ser herêma Qerebaxê, diyalog li ser maseya koma Minisk a Rêxistina Ewlehî û Tevkerî ya Ewropayê ye û got: "Tekane rêya çareserkirina aloziya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê ya li ser herêma Qerebax, diyalog û rûniştina li ser masa danûstendinê ye ya di nav koma Minsk ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê li Ewropa de, ji bo ku bigihîje çareseriyek berfireh li gora rêgezên yasaya navneteweyî ku zorê bikar neyîne û mafê çarenûsiya gelê ermenî li Qerebaxê li gorî qanûna navneteweyî pêk were."

Serokê Desteya Niştimanî ya Ermenî ya Misirê Dr. Armîn Mezlûmyan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mixabin gelek kes sedem û bandora vî şerî nizanin. Ji ber vê ez bang li pisporan dikim ku nêrînekê bidin bûyerên dîroka ber, da ku raya buyeran nas bikin û ji hemleyên reşkirina rastiyên dîrokî dûr bikevin."

ANHA