'Tirkiye senaryoya Lîwa Îskenderon dubare dike'

Mamosteyên li navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku dewleta Tirk bi polîtîkayên tirkkirina herêmên dagirkirî dixwaze pêkhateyan ji çand û zimanê wan dûr bixe û herêmê tev li xaka xwe bike.

'Tirkiye senaryoya Lîwa Îskenderon dubare dike'
3 cotmeh, 2020   05:46
HESEKÊ – BOTAN HISÊN – OLVA HEC MENSÛR

Dewleta Tirk li herêmên bakurê Sûriyê yên ku dagir kirine siyasetên tirkkirinê dimeşîne. Ev yek ji hildana ala Tirkiyê li ser avahiyan û ferzkirina bikaranîna pereyên Tirk û zimanê tirkî li dibistanan eşkere dibin.

Mamoste Hanî Mihemed ê ji Dirbêsiyê diyar kir ku armanca Tirkiyê ya tirkkirina herêmê nasnameya kurdî ji kokê rake û kurdan dûrî herêmên wan bike û got: "Dîrok şahidê kiryarên Tirkiyê yên li Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Mihemed destnîşan kir ku Tirkiyê bi rêya piştgiriya komên selefî û bi navê ola îslamê siyasetên xwe yên dagirkirinê pêk tîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dagirker li herêmên ku dagir kirine mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê siyasetên tirkkirinê dimeşînin, zimanê tirkî kirine zimanekî fermî, ala Tirkiyê li avahiyên saziyan hildane.  Pereyên Tirkî ferz kirine, bi koçberkirina niştecihên resen û bicihkirina çete û malbatên wan li şûna wan guhertina demografî pêk tînin."

Mamoste Mihemed Hanî destnîşan kir ku siyasetên Tirkiyê derewên îdiayên wê yên ji bo parastina gelê Sûriyê hatiye îsbat dike û ev tişt diyar kir: "Tirkiyê sûrî kirine çete û amûrê şer da ku ji bo pêkanîna planên wê yên dijber li Sûriyê û Lîbyayê û herî dawî Azerbaycanê şer bikin."

Mihemed Hanî diyar kir ku siyasetên rejîma Tirkiyê yên tewş ji herî kesî re eşkere ne, di serî de gelê Kurd dike hedef.

Mamoste Ezîza Emîn jî destnîşan kir ku armanca Tirkiyê beşin ji xaka Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike û got: "Ya Tirkiyê li herêmên dagirkirî pêk tîne senaryoya Lîwa Îskenderon tîne bîra min, dema ku heman siyasetên guhertina pere, ziman û meteryalên perwerdeyê ferz kir. "

Mamoste Ezîza diyar kir ku dagirker hewl dide şêniyan ji çand û zimanê wan dûr bixe û xwendekaran neçar bikin ku bi zimanê Tirkî bixwînin û ala Tirkiyê rakirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5K1Z2Owvviw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>