YE'yê navê Eqîle Salih ji lîsteya reş rakir

Yekitiya Ewropayê (YE), ji bo piştgiriya xebatên aştiyê, navê serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih ji lîsteya reş derxist.

YE'yê navê Eqîle Salih ji lîsteya reş rakir
2 cotmeh, 2020   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ewropayê di daxuyaniyê de got: "Lihevkirina ser ku navê serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih ji lîsteya reş were derxistin, ji ber beşdarbûna wî ya avakar a di demên dawî de di piştgiriya çareseriya siyasî ya bi rêya diyalogan ji aloziya Lîbyayê pêk hat."