Jinên Kobanê û Minbicê sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin

Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarên Kobanê û Minbicê sûcên dewleta Tirk a dagirker, qetilkirina zarok û jinan li herêmên dagirkirî şermezar kirin û hemleya "Em dibêjin na" li Minbicê ragihand.

Jinên Kobanê û Minbicê sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin
Jinên Kobanê û Minbicê sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin
Jinên Kobanê û Minbicê sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin
Jinên Kobanê û Minbicê sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin
Jinên Kobanê û Minbicê sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin
Jinên Kobanê û Minbicê sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin
Jinên Kobanê û Minbicê sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin
Jinên Kobanê û Minbicê sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin
17 îlon, 2020   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî sûcên li dijî sivîlan ji qetilkirin, îşkence, revandina zarok û jinan, bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî didomînin.

Girêdayî mijarê, bi sedan ji şêniyên Kobanê û Minbicê derketin qadan.

KOBANÊ

Xwepêşandan ji Qada Jina Azad heta bi Qada Şehîd Egîd bi beşdariya bi sedan şêniyên Kobanê tevî hildana alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên zarokên qetilkirî, dest pê kir.

Ev xwepêşandan di çarçoveya hemleya "Na ji dagirkeriya Tirk re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" de ku PYD’ê di 14’ê mehê de ragihandibû, pêk hat.

Li Qada Şehîd Egîd xwepêşandan vegerî mitîngê, piştre endama rêveber a Yekitiya Jinan a Ciwan Xunav Xelîl axivî û bang li tevahî jinên ciwan û jinan kir ku tev li hemleya "Na ji dagirkeriya Tirk re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" bibin, her wiha li dijî dewleta Tirk a faşîst û tundiya li diîz zarok û jinan pêk tîne tê bikoşin, parastina xak û rûmeta xwe bikin.

Piştre endama Yekitiya Jinan a Ciwan Yasmîn Kenan daxuyanî xwend.

MINBIC

Meclisa Jinên Ciwan xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji Çerxerêya Mîzan dest pê kir.

Di xwepêşandanê de alên ciwan û pankartên bi nivîsên "Na ji qetilkirina zarokan re", "Na ji destdirêjiya li dijî mafên mirovan re", "Na ji qetilkirina rihê jinan re", " Na ji koletiyê re", "Na ji dewleta Tirk a faşîst re", "Na ji destpotiya dewleta Tirk û Erdoganê kujer re" hildan.

Li qada giştî xwepêşandan vegerî mitîngê, dûre endama rêveber a Meclisa Jinan a Ciwan Semer Hezorî daxuyanî xwend, tê de destpêkirina hemleya "Em dibêjin na, na ji tundiya li dijî jinan re, na ji qetilkirina zarokatiyê re" ragihand.

Di daxuyaniya hevbeş a Kobanê û Minbicê de wiha hate gotin:

"Di destpêkê de ji bo tevahî jinên ciwan û civakên ku dixwazin jiyaneke azad û rûmet bijîn divê bizanin ku di rewşên dagirkeriyê de yan qebûlkirina mirinê yan jî rewşeke mixabînî ye. Ji ber dewleta Tirk a faşîst xak, çand, ziman, xweza, dîrok û welatê me dagir dike. Lê belê ew nikare xewnên xwe li Kurdistana azad pêk bîne.

Nîşaneya herî dawî jî, bersivdana dîrokî ya dagirkeran û hevkarên wê di xewnên faşîzmê de hatin veşartin.

Îro li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahî herêmên ku tê de dewleta Tirk a faşîst heye, zarokên me li pêş çavên tevahî cîhanê tên revandin û îşkencekirin.  Bi wê re jî ciwanên mîna şehîd Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr ji parastina rûmeta mirovahiyê canê xwe da.

Îro ne NY, ne UNICEF, ne YE ne jî saziyên mafên mirovan helwestên xwe dernaxin, tenê dişopînin. Em ne tenê kom bûne ku sûcên dewleta Tirk a faşîst şermezar bikin, lê belê ji bo parastina mafên zarokan û banga rêxistinên mafên mirovan jî kom bûne.

Em bang li tevahî jinên ciwan ên Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen, Tirkmen û Êzidî dikin ku serî li hember dewleta Tirk a faşîst hildin, bêdengiya li dijî dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê bişkînin, her wiha ferzkirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan jî bişkînin."

Xwepêşandan bi diruşmên silavkirina berxwedan jinan û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî bi dawî bû.

(fr)

ANHA