Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê: Aloziya Ereb-Îsraîlê dê di demeke nêz de bi dawî bibe

Balyozê Amerîkayê yê li Îsraîlê David Fierdman ragihand ku aloziya Ereb-Îsraîlê dê dibe ku di nava çend mehan an jî herî zêde salekê de biqede.

Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê: Aloziya Ereb-Îsraîlê dê di demeke nêz de bi dawî bibe
17 îlon, 2020   12:14
XEZA

Balyozê Amerîkayê yê li Îsraîlê David Fierdman ji rojnameya Israel Hayom re ragihand ku aloziya Ereb-Îsraîlê piştî pêkanîna aşitiyê dê di demeke nêz de bi dawî bibe.

David Fierdman destnîşan kir ku di demeke nêz de dê gelek dewletên din tev li peymana aştiyê bibin, ji ber vê yekê ew ji bidawîbûna aloziyê ne dûr in.

Her wiha Fierdman bal kişand ser helwesta rêveberiya Filistînê û got rêveberiya Filistînê di vê pêvajoyê de li aliyê dîrokê yê şaş disekine.

Fierdman der barê tevlêkirina Difa Rojava ji serweriya Îsraîlê  re jî destnîşan kir ku ji ber derketina nexweşiya koronayê û tevgerên têkiliyên dîplomatîk  ev plan hat sekinandin, lê  piştî ku peyman di navbera Îsraîl û Îmaratê de hat mohrkirin, careke din derfet çêbû ku ev plan pêk were.

(oh)