​​​​​​​Li Kobanê di encama qezayekê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest da

Li tesîseke çêkirina xîzê ya li kantona Kobanê di encama şaşiyeke pîşeyî de teqîn çêbû, di encama teqînê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest da û hin karkerên din jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Kobanê di encama qezayekê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
17 îlon, 2020   12:23
KOBANÊ

Vê sibehê saet di 11:00’an de li kana Cizîrê ya li gundê Hemdon a başûrê rojhilatê Kobanê teqînek çêbû.

Di encama şaşiyeke pîşeyê ya dayîna madeyên teqemeniyê li kanê de, 4 karkeran jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Minbicê. Cenazeyên karkeran veguhastin nexweşxaneya Kobanê û navên 3 ji wan wiha ne: Mihemed Arif (40), kurê wî Xelîl Arif (12) ji gundê Metîna, kurê xwediyê kanê Abdullah Narko ji gundê Çêlikê.

Çavdêrên li ser kanê bi awayekî dorveger her roja pêncşemê madeyên teqemeniyê bi kar tînin da ku xîzê çêkin.

(fr)

ANHA