Şêniyên Til Hemîsê: Li dijî êrişên dewleta Tirk em piştevanên rêveberiya xwe ne

Şênî û rûspiyên eşîrên Ereb sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li tevahiya eşîrên Ereb ên li herêmên Hesekê, Reqa û Dêrazorê kir ku piştevahiya Rêveberiya Xweser û QSD`ê bikin.

17 îlon, 2020   11:58
QAMIŞLO

Îro şêniyên navçeya Til Hemîsê ya herêma Cizîrê bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Tirk re, na ji  guhartina demografiya Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî re" meşek li dar xist. Rûspî û şêxên êlên Ereban ên li herêmê beşdarî meşê bûn û sûcên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û banga azadiya Abdullah Ocalan kir.

Girseyê ji pêşiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê ya kolana sereke ya navçeyê dest bi meşê kir û alên QSD`ê, Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Xwepêşandêran piştevahiya xwe ji QSD`ê re nîşan dan û sloganên "Ji sînor heta sînor QSD me diparêze", "Sûriye azad e bila Erdogan derkeve derve" û "Azadî ji Ocalan re" berz kirin.

Beşdaran li pêşiya Qada Şehîdan a li naverasta Til Hemîsê rêz girt, paşê hevseroka Meclisa Navçeyê Heyal Xiwêr axivî û destnîşan kir ku  dewleta Tirk fikrê komên terorîst û çeteyan dimeşîne, fiten û qetilkirinê dike, herêmên şênî tê de ne topbaran dike ji Kobanê bigire û heta di Dihok û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê re derkeve, dewleta Tirk dendika Cemal Paşa El-Sefah e û îro jî “Erdoganê faşîst” rêya wî digire.

Heyal El-Xiwêr da zanîn ku rejîma Tirkiyê ji pergala demokratîk ditirse, ji ber li bingeh û fikirê neteweya demokratîk a ku rêber Ocalan pêşniyar kiriye, hatiye avakirin.

Bi navê Kongreya Star endama Rêveberiyê Nîra Hemko axivî û sûcên dewleta Tirk ên qetilkirin û koçberkirina şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Nîra Hemko bang li NY`yê kir ku xwestekên wan bi cih bînin, azadiya rêber Ocalan mîsoger bikin û sûcên dewleta Tirk rawestînin.

Bi  navê rûspiyên eşîran û êlên Ereban ên li Til Hemîsê Mihmed Hesen Ebû Bineyan axivî û êrişên dewleta Tirk û guhartina demografiyê ku artêşa Tirk li herêmên dagirkirî dimeşîne şermezar kir û bang li eşîrên Ereban ên li herêmên Hesekê, Reqayê û Dêrazorê kir ku ji fitneyan hişyar bin, ji ber armanca van fitneyan têkbirina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin.

Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li eşîran kir ku piştevaniya Rêveberiya Xweser û QSD`ê bikin.

(eh)

ANHA