Li Reqa û bajarokê Abirayê projeyên xizmetguzariyê berdewam in

Şaredariya Gel a gundê Retlayê yê başûrê Reqayê gelek proje bi dawî kirin û plansaziya hinan jî daniye. Her wiha Şaredariya Gel a bajarokê Abirayê jî ji 18 gundên li navçeya Çilaxa re kar û xebat kir.

Li Reqa û bajarokê Abirayê projeyên xizmetguzariyê berdewam in
Li Reqa û bajarokê Abirayê projeyên xizmetguzariyê berdewam in
Li Reqa û bajarokê Abirayê projeyên xizmetguzariyê berdewam in
Li Reqa û bajarokê Abirayê projeyên xizmetguzariyê berdewam in
Li Reqa û bajarokê Abirayê projeyên xizmetguzariyê berdewam in
Li Reqa û bajarokê Abirayê projeyên xizmetguzariyê berdewam in
Li Reqa û bajarokê Abirayê projeyên xizmetguzariyê berdewam in
17 îlon, 2020   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Projeyên Şaredariya Gel a Reqayê ji ronîkirin, ziftkirin, sererastkirina rêyên çandiniyê, rêyên giştî pêk hat û herî dawî jî ji bo şêniyên başûrê bajar bi lêçûna 18 hezar dolarî  navenda tenduristiyê vekir.

Projeya navenda tenduristiyê 3 meh e, dê dawî li zehmetiyên şêniyên gundan bîne, ji ber heta digihaştin navenda bajarokê Ikêrşê zehmetî dikişandin û vekirina vê navendê ji bo şêniyan pêngaveke erênî ye.

Ji karên ku şaredarî dike, projeya çêkirina rêyên giştî yên di navbera herêmên Reqa û Dêrazorê de ye, ji bo vê projeyê 18 milyon û 300 hezar lîreyên Sûriyê hate veqetandin, projeya ronîkirina heman rêyê û lêçûna wê jî 5 milyon û 400 lîreyên Sûriyê bû.

Şaredariyê rêyên şaxî û çandiniyê sererast kirin, ji ber ew rê bi kêrî çûn û hatinê û alavên çandiniyê nedihat.

Şaredariya Gel a Retlayê piştî projeyên ronîkirin û dagirtinê bi dawî kirin, dest bi projeyên ziftkirinê kir, ji wan rêya çolê bi dirêjahiya 370 metreyan, firehiya 6 metreyan û stûrbûna 7 cm, rêya çandiniyê bi dirêjahiya 670 metreyan, firehiya 6 metreyan û qalindbûna 7 cm û rêya dibistanên li gundan jî bi dirêjahiya 510 metreyan, firehiya 6 metreyan û qalindbûna 7 cm hatin qîrkirin.

ŞAREDARIYA GEL A BAJAROKÊ ABIRAYÊ XIZMETA 18 GUNDAN KIR

Şaredariya Gel a bajarokê Abirayê yê navçeya Çilaxa piştî plansazî û lêçûna kar diyar kir ji 18 gundan re karên xizmetguzariyê kir.

Ji  girîngtirîn projeyên ku Şaredariya Gel a bajarokê Abirayê pêk anîne, projeyên qîrkirina gundê Xirbet Belka yê di navbera bajarokê Kêşka de ye. Rê bi dirêjahiya 7 km hate ziftkirin ji ber xwedî girîngî ye û gundên Çilaxa bi hev ve girê dide, li gel vê kortikên rêyên gundê Bekiroglî, Dêrûnaaxê û rêya Dêrokefnik û Badiyan jî bi qîrê hatin pînekirin.

Şaredariyê rêyên gundên Kerdîm û Alaqewsê jî sererast kirin û rêyên gundên Um Recîm, Itêşan, Kerho, Til Xelîl û Kînco jî xîz kirin.

Komîteyên Xizmetguzariyê û Pîşesaziyê ya bajarokê Abirayê li gundê Erbeşah rogar çêkirin, her wiha 6 dînemoyên li gundên Til Xelîl, Kênco, Emarata Jêrîn, Eseliyê, Um Recîm û Itêşan sererast kirin û li gundê Tûkil jî projeya  torên avê çêkir.

Di çarçoveya projeyên xizmetguzariyê de şaredariyê hezar û 400 dar li girê bajarê Abirayê çandin û ji bo avdana daran bîrek kola.

(eh)

ANHA