Li Helebê şahiyek ji bo teşwîqkirina zimanê Kurdî li dar ket

Ji bo destekdayîna zimanê Kurdî Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Helebê şahiyek ji bo xelatkirina zarokên şehîdan yên ku ji Baxçeya Kulîlkên Şehîdan derbasî Dibistana Şehîd Qerheman a Zimanê Kurdî bûne, li dar xist.

Li Helebê şahiyek ji bo teşwîqkirina zimanê Kurdî li dar ket
Li Helebê şahiyek ji bo teşwîqkirina zimanê Kurdî li dar ket
Li Helebê şahiyek ji bo teşwîqkirina zimanê Kurdî li dar ket
Li Helebê şahiyek ji bo teşwîqkirina zimanê Kurdî li dar ket
Li Helebê şahiyek ji bo teşwîqkirina zimanê Kurdî li dar ket
Li Helebê şahiyek ji bo teşwîqkirina zimanê Kurdî li dar ket
Li Helebê şahiyek ji bo teşwîqkirina zimanê Kurdî li dar ket
16 îlon, 2020   17:54
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan şahiya xelatkirinê li Parka Serok Apo ya li herêma Şiqeyf a bajarê Helebê li dar xist. Bi dehan şênî û malbatên şehîdan tev li şahiyê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Selwa Reşîd û Remziye Salih axivîn û destpêkirina sala xwendinê ya nû li zarokên şehîdan pîroz kir. 

Axaftvanan destnîşan kir ku pêwîst e zarokên şehîdan fêrî zimanê dayîkê bibin û tev li dibistana Şehîd Qereman a Zimanê Kurdî bibin.

Piştre tîma Kulîlkên Pêşerojê ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê gelek stran vegotin. Paşê xelat li zarokên ku derbasî refa yekemîn bûne hatin belavkirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(şx)

ANHA