Dawûdoglu siyaseta Erdogan rexne kir

Serokwezîrê Dewleta Tirk ê berê Ehmed Dawûdoglu got: “Ji ber siyasetên Recep Tayyîp Erdogan Tirkiye di krîza rojhilatê Deryayê Spî de bi tenê maye.”

Dawûdoglu siyaseta Erdogan rexne kir
16 îlon, 2020   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dazgehên çapemeniyê yên Tirk, Dawudoglu siyasetên hikumeta dewleta Tirk li rojhilatê Deryayê Spî rexne kir û got: “Ruxmî ku em di vê krîzê de xwedî maf in, lê em bi tenê mane. Tenê Azerbaycan piştgiriya me dike.”

Dawûdoglu di kongreya çapemenî ya bi Serokê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu re got: “Ev nîşaneya hebûna şaştiyekê li ser asta dîplomasî ye ku wezareta derve dimeşîne.”

Têkildarî têkiliyên bi Misirê re, Dawûdoglu got divê welatê wî dest bi diyalogê bi Misirê re bike da ku bigihêjin lihevkirina xêzkirina sînorên deryayî yên di navbera her du welatan de û piştrast kir ku divê sedem çi dibe bila bibe nabe têkilî bi Misirê re qut bibin.

(şx)