Washingtonê binpêkirinên li Sûriyê şermezar kir

Washingtonê rapora nû ya Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya serbixwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê, pêşwazî kir. Her wiha piştrast kir ku ew binpêkirina mafên mirovan û qanûna navneteweyî ji aliyê kîjan komê ve dibe, şermezar dike.

Washingtonê binpêkirinên li Sûriyê şermezar kir
16 îlon, 2020   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyê Amerîkayê ya taybet bi Sûriyê James Jeffrey wiha got: "Rapor bi bîr dixe ku divê civaka navneteweyî li ser binpêkirinên domdar ên mafên mirovan, hesabê ji rejîma El-Esed bixwaze. Ji ber ku piraniya binpêkirin û destdirêjiyên li dijî gelê Sûriyê bi destê rejîma El-Esed pêk hatine."

Jeffrey bi daxuyaniyekê piştrast kir ku Amerîka binpêkirina mafên mirovan û qanûna navneteweyî ji aliyê kîjan komê ve dibe, şermezar dike û bang li aliyên aktîv li ser erdê dike ku li hemberî van kiryaran gavên erênî bavêje.

Jeffrey tekez kir ku êrişên rejîma El-Esed li dijî gel, çalakiyên binçavkirina komî, revandina jin, zilam û zarokan û bikaranîna çekên kîmyewî hişt ku valahiyeke derkeve û got:  “ Di encamê me de sûcên şer pêk hatin. Divê ji bo vegerandina aştî û îstiqrarê binpêkirin bi dawî bibin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Lêpirsînê ya girêdayî NY`yî têkildarî binpêkirinên aliyên şerê Sûriyê yên ji Çileya 2020`an heta Tîrmeha borî ve, raporek amade kiribû. Di raporê te sûcên şer ên dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên bi navê "Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê" li Efrîn û Serêkaniyê hatibûn belgekirin û wêneyên ku ji dûvelenkan hatine kişandin, hatibûn belavkirin.