Li Holê çalakiyek hunerî ya helbestan li dar ket

Ji bo vejandina çanda Erebî û belavkirina helbesta gelêrî, Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê çalakiyek hunerî li navçeya Holê li dar xist.

Li Holê çalakiyek hunerî ya helbestan li dar ket
Li Holê çalakiyek hunerî ya helbestan li dar ket
Li Holê çalakiyek hunerî ya helbestan li dar ket
Li Holê çalakiyek hunerî ya helbestan li dar ket
Li Holê çalakiyek hunerî ya helbestan li dar ket
Li Holê çalakiyek hunerî ya helbestan li dar ket
16 îlon, 2020   15:57
HESEKÊ

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê bi dirûşma “Kultur Neynika Çand û Şaristaniyê ye” çalakiyek hunerî li navçeya Holê li dar xist.

Çalakî di bin konekî de li berava gola Xatûniye ya li navçeyê bi tevlibûna bi dehan şêniyan û endamên saziyên sivîl û leşkerî û helbestvanan li dar ket.

Piştî deqeya rêzgirtinê, Berdevka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Hesekî axivî û lidarxistina çalakiyê pîroz kir û got: “Ev çalakî kultur û çanda erebî vedijîne. Fikr û rêgeza neteweya demokratîk û biratiya gelan rolek di pêkanîna armancên gelên Sûriyê di azadî û demokrasiyê de dilîze.

Piştre gelek helbest ji hêla helbestvan Hemîd Receb ê ji navçeya Holê, helbestvan Sacîde Hesen û gelek helbestvanên din ve hatine xwendin. Navaroka helbestan girêdayî biratiya gelan, neteweya demokratîk û dagirkirina dewleta Tirk bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran xelekên govendê li ber stranên hunermend Silêman El-Camûs yên gelêrî yên erebî gerandin.

(şx)

ANHA