Şêniyên Hesekê di merasîma oxirkirina şehîd Umran de soza şopandina rêya şehîdan da

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Umran El-Hamid li Goristana Şehîd Dijwar oxir kir. Her wiha di merasîmekê de nasnameya şehîd Dêrsim Ehmê şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) hate ragihandin.

Şêniyên Hesekê di merasîma oxirkirina şehîd Umran de soza şopandina rêya şehîdan da
Şêniyên Hesekê di merasîma oxirkirina şehîd Umran de soza şopandina rêya şehîdan da
Şêniyên Hesekê di merasîma oxirkirina şehîd Umran de soza şopandina rêya şehîdan da
Şêniyên Hesekê di merasîma oxirkirina şehîd Umran de soza şopandina rêya şehîdan da
Şêniyên Hesekê di merasîma oxirkirina şehîd Umran de soza şopandina rêya şehîdan da
Şêniyên Hesekê di merasîma oxirkirina şehîd Umran de soza şopandina rêya şehîdan da
16 îlon, 2020   16:41
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê şehîd Umran El-Hamid ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtin li gel toreneke leşkerî ji hêla YPG û Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Bedrî Hewale axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Em ji mirinê natirsin, lê em ditirsin ku gelê me di bin zilma dijmin de bijî. Ji bo azadî û rûmetê em şer dikin.”

Hewale soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan da.

Her wiha Berpirsê Têkiliyan ê Hêzên Erka Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Salim Îbrahîm got: “Hêzên me dê gelê xwe biparêzin. Vîn û israra wan roj bi roj zêde dibe. Em ê heta rizgarkirina tevahiya herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk û çeteyên wê têbikoşin. Em soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê didin.”

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di merasîmê de nasnameya şehîd Dêrsim Ehmê (Qendîl) ê ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye hate eşkerekirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de veşart.

(şx)

ANHA