Ciwanên Dêrazorê dest bi hemleya "Em dibêjin Na" kir

Meclisa Ciwanan a gundewarên rojavayê Dêrazorê hemleya "Em dibjên Na" dest pê kir û bang li civaka navneteweyî kir ku binpêkirinên Tirkiyê li dijî jin û zarokan rawestîne.

Ciwanên Dêrazorê dest bi hemleya "Em dibêjin Na" kir
16 îlon, 2020   14:53
DÊRAZOR

Meclisa Ciwanan a gundewarên rojavayê Dêrazorê bi daxuyaniyekê dest bi hemleya "Em dibêjin Na" ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û zarokan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi ser ve, li herêmên dagirkirî li dijî jin û zarokan sûcan pêk tînin.

Ciwanan bêdengiya civaka navneteweyî bi taybetî NY`yî, rêxistina UNICEF, YE`yê û rêxistinên mafên mirovan li hemberî destdirêjiyên li ser jin û zarokan şermezar kir.

Meclisa Ciwanan destpêkirina hemleya "Em dibêjin Na" ragihand û bang li ciwanên hemû pêkhateyan kir ku li dijî zihniyeta baviksalar derkevin.

ANHA