​​​​​​​‘Şehîdan bi fedakariyên xwe hevgirtineke hevbeş ava kir’

Şêniyên Til Temirê diyar kir ku şehîdan bi fedakirina canê xwe hevgirtineke hevbeş di nava hemû pêkhateyan de ava kir da ku bikarin mafên xwe biparêzin.

​​​​​​​‘Şehîdan bi fedakariyên xwe hevgirtineke hevbeş ava kir’
​​​​​​​‘Şehîdan bi fedakariyên xwe hevgirtineke hevbeş ava kir’
​​​​​​​‘Şehîdan bi fedakariyên xwe hevgirtineke hevbeş ava kir’
​​​​​​​‘Şehîdan bi fedakariyên xwe hevgirtineke hevbeş ava kir’
​​​​​​​‘Şehîdan bi fedakariyên xwe hevgirtineke hevbeş ava kir’
​​​​​​​‘Şehîdan bi fedakariyên xwe hevgirtineke hevbeş ava kir’
​​​​​​​‘Şehîdan bi fedakariyên xwe hevgirtineke hevbeş ava kir’
​​​​​​​‘Şehîdan bi fedakariyên xwe hevgirtineke hevbeş ava kir’
16 îlon, 2020   12:56
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê ya bajarê Hesekê tevî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û partiyên siyasî serdana konê sersaxiyê yê şehîd Fewaz Emîn kir. Şehîd Fewaz Emîn endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û di 14`ê Îlonê de di dema li ser erka xwe de bû, şehîd bûbû. 

Piştî rêzgirtinê, li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ela Bozo, li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Selman Nûhî û bi navê malbata şehîd jî birayê şehîd Mehmûd Emîn axivîn.

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz da ku ew ê ji bo gihaştina armancên wan li ser xeta şehîdan bimeşin. Her wiha diyar kirin ku şehîdan bi fedakirina canê xwe hiştin ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê istîqrar û ewlehî pêk were û li hember hemû cureyên êrişan gelê herêmê parastin û destnîşan kir ku di parastina herêman de roleke mezin a Hêzên Ewlekariya Hundirîn heye.

Axêveran piştrast kir ku şehîdan ji bo welat û gelê xwe tiştê xwe yê herî giranbuha feda kir û karîn hevgirtineke hevbeş ji hemû pêkhateyên herêmê re ava bikin, da ku mafên xwe biparêzin û daxwaza şehîdan pêk bînin.

Merasîma şehîd dê heya saetên êvarê berdewam bike.

ANHA