Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanan dezenfekte dike

Di demekê de ku vîrusa Koronayê berbelav e Komîteyên Perwerde û Fêrkirinê bi hevkariya şaredariyan ji bo pêşwaziya sala xwendinê ya 2020-2021`an, dibistan dezenfekte kirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanan dezenfekte dike
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanan dezenfekte dike
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanan dezenfekte dike
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanan dezenfekte dike
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanan dezenfekte dike
16 îlon, 2020   12:38
QAMIŞLO-ŞIHAB EHMED

Ji ber ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vîrusa Koronayê belav bûye, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê sala xwendinê ya 2020-2021`an heta 4`ê Cotmehê bi paş de xist.

Beriya sala xwendinê dest pê bike, komîteyên perwerde û fêrkirinê yên li bajêr û navçeyên herêma Cizîrê gelek tedbîr girtin, ji wan ji bo parastina xwendekaran ji vîrusa Koronayê bi hevkariya şaredariyan, dibistan paqij û dezenfekte kirin.

Endamê rêveber ê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Til Hemîsê Xelîl Osman axivî û îşaret bi proseya xwendinê ya li Til Hemîsê kir û got: "23`yê Tebaxa derbasbûyî dewama îdarî ya mamosteyan dest pê kir û di wê demê de bi hevkariya şaredariyan girîngî da dezenfektekirina dibistanan û av jê re peyda kirin."

Xelîl Osman da zanîn ku ji bo xweparastina ji xetereya vîrusa Koronayê û ji bo parastina xwendekar û mamosteyan, bi şaredariyan re hemleyên dezenfektekirinê pêk anîne.

Xelîl Osman destnîşan kir ku li Til Hemîsê û gundewarên wê 140 dibistan hene, ji wan 22 dibistanên navîn in û 3 yên amadehî ne. Xelîl Osman got piştî Desteya Perwerde û Fêrkirinê biryarnameyek derxist û tê de îşaret bi pêşwaziya xwendekarên qonaxa amadehî kir, dê pêşwaziya wan bikin.

Xelîl Osman wiha bi dawî kir: "Dibistanên li Til Hemîsê îsal xwe ji bo pêşwaziya zêdetirî 8 hezar xwendekar amade dikin û dê zêdetirî 749 mamoste çavdêriya wan bikin."

(eh)

ANHA