Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê civîna meclisa giştî ya yekemîn li dar xist

Piştî di kongreya duyemîn a partiyê de Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê hate avakirin, îro civîna xwe yekemîn li dar xist. Di kongreyê de 35 endam ji desteya rêveber û du cîgirên serokê partiyê û sekreterê giştî hatin hilbijartin.

Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê civîna meclisa giştî ya yekemîn li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê civîna meclisa giştî ya yekemîn li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê civîna meclisa giştî ya yekemîn li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê civîna meclisa giştî ya yekemîn li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê civîna meclisa giştî ya yekemîn li dar xist
16 îlon, 2020   13:02
REQA

Civîna yekemîn a Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê li hola Tac a bajarê Reqayê hate lidarxistin. 139 endamên meclisa giştî ya partiyê, nûnerên nivîsgehên partiyê yên ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên ji Sûriyê û siyasetmedarên ji herêmê beşdarî civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê serokê Partiya Pêşeroja Sûriyê Îbrahîm Qeftan rojeva civînê got ku ew jî ji nîqaşa lidarxistina civînên meclisa giştî, erkdariya du alîgirên ji partiyê û sekreterê giştî, guhartina rêziknameyê û hilbijartina endamên desteya rêveber pêk tê.

Serokê partiyê û sekretera giştî Sîham Dawûd û alîgira seroka partiyê Leyla Qehreman civîn bi rê ve bir.

Di civînê de beşdaran benda diyarkirina civînên meclisa giştî nîqaş kir, paşê hate diyarkirin ku dê her sê mehan carekê civîn were lidarxistin.

Endamên Meclisa Giştî Leyla Qehreman ji bo alîgiriya seroka partiyê, ji bo alîgirên sekretera giştî Mihsin Casim û Cemîla Mihemed hilbijartin û 35 endam ji bo desteya rêveber a meclisa giştî jî hilbijartin.

Beşdaran nîqaşa bendên rêziknameyê û erêkirina wê hiştin civîna dê endamên desteya rêveber paşê li dar bixin.

(eh)

ANHA