Rojnameyên erebî: Piştî civîna Rûsya-Tirkiyê gurbûna şerê li Idlibê, Macron dema ji bo Lubnanê heta pêncşemê dirêj kir

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlibê, rewşa Lîbyayê û aloziya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Piştî civîna Rûsya-Tirkiyê gurbûna şerê li Idlibê, Macron dema ji bo Lubnanê heta pêncşemê dirêj kir
16 îlon, 2020   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: RÛSYAYÊ RED KIR BI DEWLETA TIRK RE DERKEVE DEWRIYEYÊ Û BAKUR Û ROJAVAYÊ SÛRIYÊ BOMBEBARAN KIR

Girêdayî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Duh li Enqereyê nîqaşên tirkî-rûsî yên nû li ser dosyayên Sûriyê û Lîbyayê pêk hatin. Di heman demê de jî Rûsyayê red kir ku bi hêzên dewleta Tirk re li ser rêya Heleb-Laziqiyê ya M4 dewriyeyekê bi rê ve bibe û li gel wê jî balafirên Rûsyayê bejahiyên Idlibê bombebaran kirin."

Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyên tirkî wiha daxuyand: "Her du şandeyên ji wezareta karên derve û parastinê, pergala istîxbaratê ya dewleta Tirk û Rûsyayê li navenda karên derve ya dewleta Tirk li Enqereyê civîn pêk anî. Civîn  bi serokatiya cîgirê wezîrê karên derve Sedat Onal pêk hat. Ev civîn di çarçoveya şêwirên dewleta Tirk û Rûsyayê de li ser pêşdeçûnên li Sûriyê û Lîbyayê pêk hat ku beriya wê bi du hefteyan li Moskovê gera yekemîn a girêdayî van şêwran pêk hatibû."

Piştî civîna tirkî-rûsî li Enqereyê duh balafirên şer ên Rûsyayê Idlib bi zêdetirî 20 derbeyan bombebaran kirin, di heman demê de jî keştiyên şer ên Rûsyayê yên li Deryaya Spî gelek herêmên Idlibê topbaran kirin.

7 balafirên Rûsyayê bi nobetdarî gundên Batinta û Şêx Behir ên bakurê Idlibê, her wiha keştiyên Rûsyayê yên di Deryaya Spî de bi moşekên dûravêj gundê Şêx Behir topbaran kir. Li aliyekî din jî balafirên Rûsyayê bi moşekan bakurê rojavayê Meret Misrîn ê li bejahiya bakurê Idlibê bombebaran kir. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê jî bajarokên çiyayê Zawiyê, Kensefra, Sifohin û Fitêra yên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Rûsyayê red kir ku bi dewleta Tirk re beşdarî dewriyeya hevbeş a li ser rêya Heleb-Laziqiyê bibe. Ew dewrî li gorî peymana Moskovê ya agirbestê ya ku li Moskovê di 5’ê Adara borî de îmze kiriye, wê jî hişt hêzên Tirkiyê dewriyeyê bi tenê pêk bîne.

Duh sibehê hêzên dewleta Tirk li ser rêya M4 belav bûn û balafirên keşfê yên Tirk li asîman digerîn da ku dewriyeya hevbeş bi Rûsyayê re pêk bînin. Lê Rûsyayê red kir ku derkeve dewriyeya hevbeş.

EL-BEYAN: KONSEYA EWLEHIYÊ BIRYARA DERXISTINA ÇETEYÊN TIRK JI LÎBYAYÊ DA

Têkildarî Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Duh Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî  biryara pêkanîna qedexekirina çekan li Lîbyayê re û derketina tevahî çeteyên biyanî ji xaka Lîbyayê da."

EL-EREB: FILISTÎNÎ BI HÎMÊN LÎSTOKA BERÊ YA LI ROJHILATA NAVÎN YA GUHARTÎ VE GIRÊDAYÎ NE

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Filistînî li beramber rewşeke gelek caran pêk nehatiye ne, ew jî îmzekirina Îmarat û Behreynê ya peymanên aştiyê ya bi Îsraîlê re ku duh li Til Avivê bi sponseriya DYA’yê, pêk hatiye."

Analîzvan dibêjin ku filistînî bi hîmên lîstoka berê ya li Rojhilata Navîn ve girêdayî ne. Lê li Rojhilata Navîn guhartinên lez çêdibin û heke filistîniyan stratejiya xwe neguhart dê bi wê bahozê re têk biçin."

ŞERQ EL-EWSET: MACRON DEMA AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ HETA PÊNCŞEMÊ DIRÊJ KIR

Rojnameya Şerq El-Ewset girêdayî mijarê wiha nivîsî: "Çavkaniyên siyasî peywendiyên ji bo hêsankirina avakirina hikumeta Lubnanê ya nû eşkere kirin ku serokê Fransayê Emmanual Macron got dema avakirina hikumeta Lubnanê heta rojek an du rojan daye, anku heta pêncşemê."

(fr)