Piştî 10 salan cara yekê ye pembo û kunciyan diçinin

Piştî 10 salan ji qutbûnê, di encama peydabûna avê ji bendava başûrê Hesekê de, pembo û kuncî ji nû ve li navçeya Şedadê derdikevin.

 Piştî 10 salan cara yekê ye pembo û kunciyan diçinin
 Piştî 10 salan cara yekê ye pembo û kunciyan diçinin
 Piştî 10 salan cara yekê ye pembo û kunciyan diçinin
16 îlon, 2020   06:38
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Bi sedema siyaseta dewleta Tirk a dagirker, kêmbûna baranê û serweriya komên çeteyên DAIŞ’ê li herêmên başûrê kantona Hesekê, ava çemê Xabûrê di salên borî de kêm bû û çandina pembo û kunciyan rawestî.

Lê belê piştî peydabûna avê ji depoya bendava başûrê Hesekê ji hêla Rêveberiya Xweser de û ragihandina Desteya Çandinî, Dahatên Avê û Sewalvaniyê ya demên vekirina ava bendavê ber bi çemê Xabûrê ve, gelek cotkar teşwîqî çandina berhemên ku 10 salan nehatin çandin, kir. Jê jî pembo, kuncî û hin berhemên havînê.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di demeke berê de buhayê genim ji bo çandina zivistanê bi 365 lîreyên Sûriyê diyar kiribû.

Endama rêveber a Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê Beraa Xelîf diyar kir ku rûbera zeviyên bi pembo û kunciyan hatine çandin nêzî 8 hezar û 300 donim li seranserî çemê Xabûr e, her wiha jê 3 hezar û 500 donim kuncî û 4 hezar û 800 donim pembo ye.

Beraa Xelîf destnîşan kir ku ji ber kêmbûna ava çemê Xabûr û kontrolkirina dewleta Tirk a dagirker bi avê piştî gelek bendav li ser avakirin, gelek berhemên havînê bi zêdetirî 10 salan nehatin çandin. Du salên berê hişt ku ava bendavê bilind bibe û ji nû ve jiyana çandiniyê vegere.

Beraa Xelîf bal kişand ser ku ji bo çandiniyê plan hatine danîn. Da ku demên vekirin û dayîna ava bendavê ber bi çemê Xabûrê bê birêxistinkirin û tevahî cotkar jê sûdê wergirin.

Beraa Xelîf da zanîn ku piştevaniya cotkaran a îsal tenê bi dabînkirina sotemenî û semadê bi buhayeke guncaw bû. Lê buhaya firotina berhemê heta kêliya kirîn nehat diyarkirin.

 (fr)

ANHA