Mismarî: Di encama operasyona artêşa Lîbyayê de 9 DAIŞ’î hatin kuştin

Lîwaa Ehmed El-Mismarî ragihand ku hêzên artêşa Lîbyayê li bajarê Sebhayê êrişek pêk anî û di encamê de 9 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û 2 jin hatin girtin.

Mismarî: Di encama operasyona artêşa Lîbyayê de 9 DAIŞ’î hatin kuştin
16 îlon, 2020   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku çeteyan li herêma başûrê rojava gelek êriş pêk anîn û artêşê bersiva van êrişan da.

El-Mismarî di civîna çapemeniyê de diyar kir ku artêşê der barê tevgera şaneyekê de ji bajarê Merzûq ber bi Sebhayê ve agahî wergirtin, her wiha bal kişand ser ku ketîbeya 116 a bejahî plan ji bo serdegirtina taxa veşartgehên li Ebid Kafî ya bajarê Sebhayê, danîne. Ketîbeyê plan li gorî tecrubeya berê ya komên tundraw li herêmê xwe dispartinê, danîne û bi ser cihê wan de girt û şer derdora 7 saetan dewam kir.

El-Mismarî piştrast kir ku 9 terorîst hatin kuştin û du jin jî hatin girtin, ji wan 2 bi eslên xwe ji Lîbyayê ne, 3 jî ji Erebistana Siûdî ne, yek ji Misirê, yek ji Nîjerya, yek ji Sûdanê û yek ji Cote d'Ivoireyê ye.

(eh)