'Koalîsyona Kurd-Ereb mimkun e kaosa herêmê çareser bike'

Nivîskar û rojnamevanê Misirî Îlhamî El-Melêcî bal kişand ku hikumeta Tirkiyê bûye dijminê sereke yê gelên azadîxwaz ên herêmê û got: “Tunekirina siyaseta dagirkeriyê bi yekkirina keda hêzên demokratîk pêkan e."

'Koalîsyona Kurd-Ereb mimkun e kaosa herêmê çareser bike'
16 îlon, 2020   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞERVÎN MISTEFA

El-Melêcî teqezî bi însyatîfa hêzên demokratîk a birêxistinkirina hemleyên piştgiriya pêngava Koma Civakên Kurdistanê bi aliyên Ereb kir, da ku berhemên fikrî yên Rêber Ocalan nas bikin."Der barê siyaseta Tirkiyê ya dagirkirinê û belavbûna li herêmên Rojhilata Navîn û armanca KCK`ê ji derxistina hemleya "Na ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye" ya ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û tecrîda li ser Rêber Ocalan û hevgirtina hemû hêzên Ereb û Kurd, ajansa nûçeyan a Hawarê bi nivîskar û rojnamevanê Misirî Îlhamî El-Melêcî re hevpeyvînek pêk anî.

TIRKIYE JI DESTWERDANA YEKSER Û ŞANDINA ÇETEYAN JI WELATÊN EREB RE, LI DEWLETÊN ROJHILATA NAVÎN ÇI ARMANC DIKE?

Armanca van siyasetan talankirina xêr û bêrên welatên Ereban e û jihevxistina cîhana Erebî ji dewletên biçûk û wîlayetan re ye, ku bi vê yekê lawaz dibin û derfeta vegerandina xewna Osmanî çêdibe.

Tirkiya ku Împeratoriya xwe ya Osmanî bi dagirkirina gelek dewletên Ereban bi sedan salan pêk anî, dixwaze împeratoriya xwe ji nû ve li ser hesabê Ereban vegerîne.

-JI BO BIRÊXISTINKIRIN Û YEKKIRINA KEDÊN GELÊ KURD, HÊZÊN DEMOKRATÎK Û GELÊN HERÊMÊ Û CÎHANÊ Û JI BO SEKINANDINA LI DIJÎ SIYASETÊN TIRKIYÊ Û AZADKIRINA BIRÊZ OCALAN, KOMA CIVAKÊN KURDISTANÊ (KCK) DEST BI HEMLEYA 'BES E JI TECRÎD, FAŞÎZM Û DAGIRKERIYÊ RE; DEM DEMA AZADIYÊ YE' KIR. HÛN GIRÎNGIYA VAN PÊNGAVAN Û ÎNSIYATÎFAN ÇAWA DINIRXÎNIN?

Pêngavên bi vî rengî pir baş in. Bi taybetî ku di demekê de li herêmê ji ber komên terorîst ên temsîla rejîma Tirk dikin û derfetê didin derketina projeya dagirkeriyê û faşîzmê li herêmê, stres heye. Ev yek tê wateya ku rejîma Tirk dijminê sereke yê gelên azadîxwaz ên herêmê ye. Ji lewra, pêwîstî bi yekkirina kedên hêzên demokratîk û gelên herêmê ye, ji bo bersivdayîna vê dijminî heye.

Birêz Abdullah Ocalan wekî sembola têkoşîn û hêzê ji aliyê azadîxwazên cîhanê yên vê serdemê ve tê pejirandin. Her wiha ronakbîrekî pêşeng e ku ji gelê xwe, gelên herêmê û azadîxwazên cîhanê re nimûneya ronakbîr, rewşenbîr û têkoşerê bi hêz pêşkêş kir. Lewra, divê hemû azadîxwazên cîhanê ji bo destpêkirina pêngavên herêmî û navdewletî yên azadkirina Rêber Ocalan, hevgirtî û hevkar bin.

Ez hêvî dikim ku hêzên demokratîk ên herêma me ji bo amadekirin û birêxistinkirina hemleyên gel ên berfireh ên nasandina rêwîtiya têkoşînê ya Ocalan û berhemên wî yên fikrî, însiyatîfan dest pê bikin. Her wiha hevdîtinên zêde bi rewşenbîr, siyasetmedar, wêjevan û hunermendên Ereb re pêk bînin û berhemên fikrî yên taybet ên birêz Ocalan nas bikin, nexasim ên girêdayî demokratîkkirina herêmê û çareserkirina aloziyên heyî ku jiyana aştiyane û hezkirinên di navbera gel û pêkhateyên herêmê de misoger dikin û civakeke adil û demokratîk ava dikin.

FIKRÊN ÎDEOLOJÎK-SIYASÎ YÊN BIRÊZ OCALAN Û NÊRÎNÊN WÎ BI PARÊZERÊN XWE RE ROLEKE GIRÎNG DI BIHÊZKIRINA GELÊ KURD LI SERANSERÊ KURDISTANÊ Û ROJHILATA NAVÎN DE, LÎST. NEXASIM PÊŞKÊŞKIRINA OCALAN TÊGEHA NETEWA DEMOKRATÎK Û BIRATIYA GELAN Û TEMAMKIRINA ÇANDA HERÊMÊ. JI LEWRA, DEWLETA TIRK TECRÎDEKE GIRAN LI SER OCALAN FERZ DIKE, HEVDÎTINA BI MALBATÊ Û PARÊZERAN RE QEDEXE DIKE Û QANÛN Û MAFÊN TIRKIYÊ Û EWROPAYÊ BINPÊ DIKE. HÛN TECRÎDÊ ÇAWA DIXWÎNIN? ÇIMA HATIYE FERZKIRIN? RÊ Û RÊBAZÊN RAKIRINA TECRÎDÊ ÇI NE?

Rejîma Tirk xeteriya Ocalan li ser projeya xwe ya dagirkeriyê û belavbûnê dizane. Birêz Ocalan di yekkirina welatiyên Kurd ji aliyê zanakirin û rêxistinkirinê de bi roleke girîng û aktîv rabû. Her wiha bi saya berhemên Ocalan ên fikrî gelên herêmê li ser bingehên hezkirin û aştiyê di civakeke ku nirxên edalet, wekhevî, edaleta civakî û demokrasî digire nava xwe, dijîn.

Ji ber vê yekê birêz Ocalan bi komployeke navneteweyî ku dewletên dijberî xeyalên gelê herêmê beşdarê bûn, hat revandin. Her wiha ji bo qutkirina Ocalan ji gelê wî û lawazkirina îradeya wî, tecrîd di mercên dijwar de pêk hat. Rêbazên tecrîdê girantir kirin û gihandin astekê ku peywendiya wî bi parêzer û malbatê re qedexe bikin. Lê belê birêz Ocalan îspat kir ku ew ji girtin û girtîgehê bihêztir e û di dema mayîna xwe li girtîgehê de berhemên fikrî pêşkêş kir, ku zêdekirineke taybet li fikrên mirovahiyê pêk tîne û rê dide lihevanîna di navbera gelan de bi taybetî gelên ku li ser axekê da ku di aştî û hezkirinê û di civakeke adil û demokratîk de bijîn.

Divê hemû azadîxwazên cîhanê ji bo neçarkirina rejîma Tirk a serbestberdana têkoşer û ronakbîr Abdullah Ocalan, kedeke zêde bidin. Divê siyasetên faşîst ku tecrîdeke temam li Ocalan ferz dikin û nirxên mirovahiyê û qanûnên Tirkiyê û Ewropayê binpê dikin, eşkere bikin. Ji bo wê, divê bi hemû zimanên cîhanê di rojnameyan, malperên tevna civakî û hevpeyvînên çapemeniyê de nivîsan belav bikin. Her wiha li gelek bajarên cîhanê û li pêş saziyên navneteweyî wekî avahiyên NY`yî li Newyork, Cinêvê û hwd panel, kongre û meşan li dar bixin û bi hemleyan komkirina bi milyonan îmzeyan xîtabî hemû saziyên girêdayî mafên mirovan ên cîhanê bikin.

JI DARBEYA 12`Ê ÎLONA 1980`Î VE SÎSTEMÊN CÎHANÎ RÊ DAN ÎSLAMA SIYASÎ YA HIKUMET TIRIKIYÊ. GELO PIŞTÎ DERKETINA DAIŞ`Ê Û GELEK TEVGERÊN KU ÎSTIQRARA CÎHANÊ XERAB DIKIN, HÎNA SÎSTEMA CÎHANÊ GARANTIYÊ BI TEVGERÊN ÎSLAMA SIYASÎ DIKIN? VEBIJÊRKA DEWLET Û GELÊN HERÊMÊ LI HEMBERÎ VÊ YEKÊ ÇI YE?

Ez bawer im ku garantiya li ser îslama siyasî parçeyekî plana hin saziyên hikumê û siyaseta Amerîka û Ewropayê ye, ku armanc jê berdewamkirina tevlîhevî û rageşiya li herêmê ye. Her wiha dewletên mêtînger vê tevlîheviyê ji bo mayîna li herêmê, talankirina xêr û bêrên herêmê û misogerkirina ewlehiya Îsraîlê ku serkêşa projeyên mêtîngeriyê yên li herêmê ye, bi kar tîne.

Divê dewlet û gelên herêmê di aliyê fikrî, siyasî û ewlehiyê de li dijî komên îslama siyasî bisekinin û planên wan eşkere bikin. Her wiha divê ber bi pêkanîna edaleta civakî, belavkirina nirxên edalet û wekheviya her du zayendan û kûrkirina çanda jiyana hevbeş û demokratîkbûna civakî û siyasî ve, biçin.

GELEK TEVGERÊN SIYASÎ YÊN EWROPAYÊ Û "BIRATIYA" EREB YÊN LI EWROPAYÊ HENE KU RASTÎ Û ZILMA ERDOGAN Û AKP`Ê NAS DIKIN Û BEŞDARÎ VÊ HEMLEYÊ DIBIN Û PIŞTGIRIYÊ DIDINÊ. DEMEKE BERÊ LI HERÊMA ROJHILATÊ LÎBYAYÊ Û LI HEMBERÎ BALYOZXANEYA TIRKIYÊ LI BEXDAYÊ LI DIJÎ DESTWERDANA TIRKIYÊ XWEPÊŞANDAN PÊK HATIN. GELO DIBE KU EM HEMLEYÊN GEL AN HEMLEYÊN SIYASÎ YÊN EREBÎ LI DEWLETÊN EREB CAREKE DIN LI DIJÎ DESTWERDANÊN TIRKIYÊ BIBÎNIN, NEXASIM BI HIŞKBÛNA HELWESTÊN FERMÎ YÊN DEWLETÊN EREB RE?

Hêvî dikim ku em di demeke nêz de beşdarbûneke berfireh a gelên Ereb ji bo eşkerekirina planên Tirkiyê li herêmê, bibînin. Bawer im ku fermandarên siyasî yên Ereb dê xwepêşadanên gel ên bi vî rengî qedexe nekin, dibe ku hinek ji wan piştgiriya van xwepêşandanan jî bikin. Ji ber ku piştî Tirkiyê parçeyên ji xaka Sûriyê û Iraqê dagir kir û şêwirmendên xwe yên leşkerî û ewlehiyê şandin rojavayê Lîbya, Yemen û Somalê, her wiha bi awayekî zelal piştgiriya komên terorîst ku projeyên mêtîngeriyê li herêmê pêk tînin dike, êdî hin fermandariyên siyasî yên Ereb xeteriya rejîma Tirkiyê û gefa wê li ser ewlehiya neteweyî ya erebî dibînin.

PÊNGAV TEQEZIYÊ BI GIRÎNGIYA TEVGERKIRINA HÊZÊN DEMOKRATÎK LI HERÊMÊ DIKE Û LI DIJÎ DESTWERDAN Û GEFÊN HERÊMÎ Û CÎHANÊ WEKÎ BERPIRSIYARIYA GELÊ HERÊMÊ JI BO PARASTINA MILET Û CIVAKÊN XWE DIBÎNE. LIGEL VAN ASTENGIYAN HÛN PÊŞEROJA HERÊMÊ ÇAWA DIBÎNIN? GELO PÊKAN E KU ENIYEKE TÊKOŞÎNA YA HEVBEŞ A HÊZÊN DEMOKRATÎK ANKU KOALÎSYONEKE EREBÎ-KURDÎ PÊK BÊ?

Komên leşkerî û ewlehiyê yên Kurdî li dijî destwerdan û gefên herêmî û navneteweyî li herêma Erebî, serkêşiyê dikin. Pêwîst e ku Ereb bi awayekî berfireh di aliyê siyasî, leşkerî û ewlehiyê de koordîneyê bi Kurdan re bikin û eniyeke têkoşînê ya hevbeş a hêzên demokratîk ên Ereb û Kurd ava bibe, da ku cewhera koalîsyoneke Erebî-Kurdî ya li dijî planên ku hebûna gelên me li herêmê dikin hedef, ava bibe.

 LI GEL STRES, TEVLÎHEVÎ Û SIYASETA BELAVBÛNÊ YA TIRKIYÊ, ÇAWA EM DIKARIN ENIYA HUNDIRÎN A HERÊMÊ XURT BIKIN Û DOZÊN BIGIRÊK ÇARESER BIKIN DA KU RÊ NEDIN DESTWERDANÊN DERVE?

Ji bo wê yekê divê em zelal bin û edaleta civakî pêk bînin. Her wiha atmosfêreke edalet û aştiyê di navbera pêkhateyên etnîkî û mezhebî yên herêmê de, ava bikin.

TIRKIYE BÛYE XETERTIRÎN GEFÊN LI SER EWLEHIYA NETEWÎ YA EREBÎ Û ÊDÎ WELATÊN EREBÎ DAGIR DIKE Û PIŞTGIRIYA RÊXISTINÊN TERORÎST WEKÎ ÎXWAN, El-QAIDE Û DAIŞ`Ê DIKE. HEMWEXTÎ LÊGERÎNA LI RÊBAZÊN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ MÊTÎNGERIYA TIRKIYÊ, GELO GELÊ KURD JI BERIYA 40 SALÎ VE LI DIJÎ TIRKIYÊ TÊDIKOŞIN WEKÎ PARÇEYEKÎ EWLEHIYA NETEWÎ YA EREBÎ TÊ DÎTIN? GELO NÊRÎNA GELÊ EREB JI BO TÊKOŞÎNA KURDAN Û MAFÊN WAN LI TIRKIYÊ, ÎRAN Û SÛRIYÊ, HATIYE GUHERTIN?

Bawer im ku êdî nêrîna gelê Ereb ji têkoşîna Kurdan û mafên wan li Sûriyê, Iraq û Îranê tê guhertin. Piştî ku hêzên Kurdî azarên gelê Kurd eşkere kirin û rola wan a di dirêjahiya dîrokê di şaristanî û pêşketina herêmê de, derket holê. Her wiha helwesta Kurdan li kolana Erebî êdî zelaltir bû û bêhtir tê qebûlkirin, ku ev yek piştî guhertina dîrokî û girîng di fikrên gelê Kurd de ya bi saya fikrên birêz Abdullah Ocalan û tecrubeya serkeftî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di mercên giran û bi girêk de kar dike, pêk hat.

Her wiha rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêxistina DAIŞ`a terorîst, guhertineke girîng di berfirehkirina têgeha ewlehiya netewî ya Erebî de çêkir. Êdî hatiye têgihîştin ku kurd zêdekirineke taybet ji ewlehiya netewî ya Erebî re pêk tînin.

(cx)

ANHA