Ehmed Şêxo: Dê hemleya me bersiva planên li dijî gelê me bide

Hevserokê PYD`ê şaxê herêma Firatê Ehmed Şêxo destnîşan kir ku hemleya "Na ji dagirkeriyê re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re", dê bersiva hemû planên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide û dê heta pêkanîna hemû armancan dewam bike.

Ehmed Şêxo: Dê hemleya me bersiva planên li dijî gelê me bide
16 îlon, 2020   05:21
KOBANÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê herêma Firatê bi daxuyaniyekê di 14`ê vê mehê de bi dirûşmeya "Na ji dagirkeriyê re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" hemleyek ragihand. Daxuyanî li Qada Jina Azad a li Kobanê bi beşdarbûna bi dehan endam û rêveberên partiyê, hate xwendin.

Ev hemle bi armanca rizgarkirina hemû herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin wekî Efrîn, Bab, Ezaz, Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî, pêk tê, ku êrişên Tirkiyê yên bi armanca dagirkeriyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna dewam dikin.

Xalên sereke yên bernameya hemleyê ev in:

-Parastin û misogerkirina xak, namûs, civak, dîrok, çand, jiyana hevbeş û destkeftiyên şoreşê.

-Têkoşîna li dijî dagirkeran û hemû dijminên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî.

-Birêxistinkirin û tevgerkirina hemû hêzên çandî, civakî, rêxistinî û aktîvkirina wan.

-Derbaskirina qonaxa parastina lawaz û destpêkirina qonaxa parastina giştî û hevgirtî.

Di vê derbarê de, Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê herêma Firatê Ehmed Şêxo wiha got: "Hemleya "Na ji dagirkeriyê re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" bi serkêşiya PYD`ê hat destpêkirin, lê belê dê hemû beşên civakê bigire nava xwe û dê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike. Ji ber ku armanca me ya sereke ji hemleyê, derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmên me ye. Em ê xwedî li destkeftiyên şoreşa xwe derkevin û ji destdirêjiyên hundir û derve biparêzin."

Ehmed Şêxo diyar kir ku dê hemle di demeke nêz de dest pê bike û got: "Em ê di demeke nêz de dest bi hemleyê bikin û hemû beşên civakê birêxistin bikin. Dê amadekarî bi taybetî di nava sivîlan de pêk bê, da ku fêrî xweparastinê bibin û bigihêjin asta şoreşgeriyê di hemû aliyan de. Dê hemle bersivdayîna planên hundir û derve li dijî gelê herêmê be."

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk hem êrişî gelên Bakur û Rohilatê Sûriyê dike hem jî hewl dide civakê ji hundir ve ji hev bixe û fitneyê di nava gel de derxîne. Li aliyekî din jî hêzên hegemon ku serweriya cîhanê dikin, planan li dijî gel pêk tînin û dixwazin nexşerêyeke siyasî û cografî ya nû li Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdistanê xêz bikin. Nexasim piştî bidawîbûna qonaxa peymana Lozanê, dixwazin dest bi qonaxeke nû bikin.

Dewleta Tirk a dagirker gelek rêbazên şerê taybet li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmê gelek ajanên girêdayî îstixbarata Tirkiyê girt, ku li xwe mikur hatin ku ew li hemberî pereyan sîxurtiyê dikin û hewl didin fitneyê di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxînin.

Şêxo wiha axaftina xwe dewam kir: "Ta niha mafên gelê Kurd nehatine misogerkirin û di nexşeya cîhanê de cih jê re nehatiye veqetandin. Da ku em bersiva siyasetên îmhakirinê bidin, em ê dest bi vê hemleyê bikin. Da ku em bandorê li civakê û qada naventeweyî bikin û pêşî li Lozana duyemîn bigirin û gelê xwe di sedsala 21`an de bê maf nehêlin."

Şêxo wiha lê zêde kir: "Tiştê pêwîst û girîng di vê qonaxê de ew e ku em karibin civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bikin, perwerde bikin û gavên pêşketinê di aliyê parastinê, çalakiyên demokratîk, parastina destkeftiyên şoreşê û hesabxwestina ji kesên destdirêjiyê li saziyan û nirxên şoreşê dikin, bavêjin."

Ehmed Şêxo piştrast kir ku dê hemle dewam bike û got: "Hemle li dijî dijminên me yên hundir û derve û planên li dijî gelê me ne. Dema hemleyê ne diyar e û dê heta derxistina dagirkeran, sererastkirina şaştî û kêmasiyên di rêveberiyê û saziyan de û parastina nirx û destkeftiyên şoreşê, dewam bike."

Li gorî Şêxo dê bernameyên hemleyê di demeke nêz de bên danîn û dê gav bi gav bên şîrovekirin. Dê di çarçoveya hemleyê de civîn, xwepêşandan, meş û dewreyên perwerdeyê bên plankirin û lidarxistin. Her wiha dê hemû beşên civakê bigire nava xwe û dê çalakî li her herêmekê li gorî taybetmendî, derfet û di astekî ne sînordar de, pêk bên.

cx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t1Ma-HekQjU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>