Îmarat û Îsraîlê fermî "Peymana Aştiyê" îmze kir

Li Koşa Spî û bi beşdarbûna serokê DYA'yê Donald Trump, Îmarat û Îsraîlê fermî "Peymana Aştiyê" îmze kir.

Îmarat û Îsraîlê fermî "Peymana Aştiyê" îmze kir
15 îlon, 2020   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji aliyê Îmaretê ve, wezîrê derve Şêx Abdullah Bin Zayid Al Nehyan û ji aliyê Îsraîlê ve serokwezîrê wê Benjamin Netanyahu peyman îmze kir.

Her wih wezîrê derve yê Behreyên Abdulatîf El-Zeyanî peyamana ragihandina piştgiriya aştiyê bi Îsraîlê re îmze kir.

Îmezekirina peymana aştiyê li parka başûrê Koşka Spî bi beşdarbûna 700 mêvanî ji welatên cîhanê pêk hat.

Trump got "Ji bo guhertina herkîna dîrokê em li vir in..Bi saya van her sê welatan em gaveke dîrokî diavêjin da ku aştî û pêşketin xurt bibe."

Trump daxuyand "Îsraîl, Îmarat û Behreyên dê sefareta veguhêzin û bi awayekî xurt bibin hevkar û di gelek qadan de jê tûrîzimî, bazirganî, tenduristî û ewlehî koordîne bikin."

Her wiha got, ev gav dê derî ji misilmanên cîhanê re veke ku serdana Mescid El-Eqsa û Îsraîlê bikin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku aştî dê berfireh bibe û welatên Erebî yên din jî bigire nav xwe, da ku wê hingê gengaz be ku nakokiya Erebî-Israelisraîlî heya hetayê bidawî bibe.

Wezîrê derve yê Îmaratê Şxê Abdullah bin Zayed Al Nahyan, tekez kir ku ev aştî "ramanek nû ye ku dê xeteke çêtir biafirîne û rûyê Rojhilata Navîn biguhere.