Mihemed Reşîd: Idlib ber bi şerekî nû ve diçe

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Şaxê herêma Efrînê diyar kir ku sewqiyetên hikumeta Şamê yên li gundewarê Idlibê nîşaneya şerekî nû dide û destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi rêya diyalogên navxweyî pêkan e.

Mihemed Reşîd: Idlib ber bi şerekî nû ve diçe
16 îlon, 2020   01:23
ŞEHBA – CAFER CAFO

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Efrîn-Şehba, Mihemed Reşîd, di hevpeyvînekê de li gel ANHA'yê, pêşkeftinên leşkerî li Idlib, sewqiyetên leşkerî yên hikumeta Şamê li herêmê û axaftinên li ser operasyoneke nû li dijî çeteyên girêdayî Tirkiyê nirxand.

Hevpeyvîn wiha ye:

HÊZÊN HIKUMETA ŞAMÊ Û HÊZÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER ŞANDINA SEWQIYETÊN XWE YÊN LEŞERÎ BER BI GUNDEWARÊ IDLIBÊ VE DIDOMÎNIN. LÊ REXMÎ VÊ NEXŞEYA MEYDANÎ NEHATIYE GUHERTIN. HÛN VÊ YEKÊ ÇAWA DINIRXÎNIN?

Siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê û hewldanên wê yên têkbirina ewlehiya herêmê ji destpêka ku dest li Sûriyê daye û heta niha nîşan dide ku hemû aliyên li Idlibê bi taybet dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li gorî biryarên Tirkiyê tevdigerin a ku opozisyon wekî hespê troy ji bo derxistina tevlihevî û pirsgirêkan li Idlibê bi kar tîne.

Ne ji berjewendiyê Rûsyayê ye ku Idlib herêmeke aloz bimîne. Rûsya dixwaze hemû herêmên Sûriyê yên bi aloz kontrol bike. Ji ber ku xwe wekî wesyetkarê tekane yê dewleta Sûriyê dibîne. Lewra em dibînin ku rewşa Idlibê nîşaneya şerekî nû dide. Di dema dawî de di navbera dewriyeya Rûsya û komên nenas li ser rêya M4 şer derket, hin erebeyên artêşa Tirk a dagirker hatin hedefkirin. Ev hemû dide nîşankirin ku herêm aloz e ne ewle ye.

Rûsya hewl dide ku sûdê ji nakokiyên di navbera Tirkiye û welatên NATO de, nemaze Yewnanîstan û Fransayê de, bigire û Tirkiyeyê bikişîne nav rûbirûbûnek bêdawî ya bi welatên NATO re. Rûsya dizane ku Tirkiyê dewleteke sereke di NATO'yê de ye û hewl dide heta karibe sûdê ji vê yekê bigire da ku alozî di nava NATO'yê de çêbibe.

GELO NIYET HENE KU EV ALÎ CIHÊN XWE LI WIR SAZ BIKIN, AN JÎ AMADEKARIYÊN ŞEREKÎ MEZIN HEYE?

Têkiliyên Rûsya-Tirkiyê ber bi xetimandinekê ve diçe. Mudaxeleyên Tirkiyê yên li Iraq, Azerbeyan, Lîbya û herêmên din dihêle ku nakokî bi Rûsyayê re çêbibin. Têkiliyên di navbera herdu aliyan de taktîkî ne, hema bêje gihaştiye asta xetimandinê. Mudaxeleya Tirkiyê li Azerbeyanê ji bo Rûsya cihê şikê ye, ji ber Tirkiye hewl dide li herêmê aloziyê derxîne. Em vegerin mijara Idlibê; ya ku li wir rû dide hemû aktor dikevin xana û birûbûnek leşkerî ji ber ku Idlib kaxezeke gelek bi girêk di navbera aliyên navdewletî de bi taybet Rûsya û Tirkiyê ye.

Rûsya dixwaze bi çi berdêlî be berjewendiyên xwe li Sûriya biparêze û hewl dide dewletê xurt bike. Taybetmendiyên berjewendiyên wê aborî ne, ji wisa zêdetir sebir nake ku çete aktora nearamiya herêmê bimîne. Sewqiyetên leşkerî, şewitandina daristanan dikeve xaneya amadekariyên operasyona leşkerî.

Rûsya hewl dide sûdê ji pirsgirêkên Tirkiyê yên hundirîn û derve bigire. Nêrînên siyasî yên ku di demên dawî de derketin, bi taybetî lihevkirina Meclisa Sûriya Demokratîk û Partiya Vîna Gel, her wiha serdana şandeya Rûs ji bo Şamê dide nîşandan ku divê ev rewş were bidawîkirin, rewş ber bi şerekî çekdar ve diçe, her kes dizane ku ev şer wê ne hêsan be, her kes dê hêz û giraniya xwe bixe vî şerî.

Rûsya li ser werîs dilîze û Tirkiye di nava gelek krîzan de ye bi taybet di qada derve de. Têkildarî deryaya Spî nakokiyên di navbera Tirkiyê û Yewnanistanê zêde bûn û li qada hundirîn jî lîreya Tirkiyê ketiye, opozisyona Tirkiyê amadekariyên daketina qadan dike. Derbeya Rûsya wê xurt be û dê destwerdana Tirkiyê ya li Sûriyê kêm bike.

Herêm ber bi bûyerên girîng ve diçe, ber bi şer ve diçe ku wê encamên wê mezin bin. Em dibînin ku rewş ber bi aloziyekê di navbera aliyên bi nakok ên herêmê de diçe. Demên bê wê gelek bûyerên girîng rû bidin. Rewş ber bi rûpelên dawî ve an jî ber bi çareseriyan ve diçe ku gelek dixwazin sûdê jê bigirin.

BI NÊRÎNA WE, ÇARESERIYA HERÎ GUNCAW JI BO KRÎZA IDLIBÊ Û ALOZIYA SÛRIYÊ BI GIŞTÎ ÇI YE?

Helbet çareseriya siyasî daxwaza gelê Sûriyê ye. Em jî wekî aliyekî sereke dibînin çareseriya leşkerî ne guncaw e, em çareseriya aştiyane ji bo hêzên demokratîk li Sûriyê guncaw dibînin. Armanca me diyar e ku li ser maseya diyalogan rûnên ta ku bigihêjin çareseriyê ji gelê Sûriyê re. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di bin sîwana siyasî (MSD) de proje û bernameyên rawestandina herikîna xwînê û gihaştina çareseriyan hene. Em mudaxeleyên derve napejirînin, lê em banga çareseriya Sûrî-Sûrî ya li gorî biryara Cinênv a 2254 dikin. Komîteya destûrî divê hemû aliyên Sûriyê di nav xwe de bigire ku berovajî aliyên radîkal e ku Sûriyê ber bi xetimandinê ve dibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X7wuGXV4l88" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>