'Dewleta Tirk hewil dide herêmên dagirkirî ji Sûriyê qut bike'

Siyasetmedar û rûspiyên Ereb teqez kirin ku dewleta Tirk hewil dide herêmên bakurê Sûriyê yên ku dagir kirine bike wîlayetên xwe û ji axa Sûriyê qut bike. Her wiha diyar kirin ku divê Neteweyên Yekbûyî di wê derbarê de biryaran bistîne. Ji ber ku êdî dewleta Tirk li ser dewletên Ewropî û gelê herêmê bûye metirsiyeke mezin.

'Dewleta Tirk hewil dide herêmên dagirkirî ji Sûriyê qut bike'
16 îlon, 2020   00:23
QAMIŞLO – ŞIHAB EL-EHMED

Di van demên dawiyê de çavbirçîbûna dewleta Tirk li Rojhilata Navîn û dewletên derdorê fireh bûye û êdî ji her kesî re eşkere ye ku Erdogan dixwaze Împeretoriya Osmaniyan ya ku nêzî 400 sal û nîv herêm dagir kiriye vegerîne û hewil dide ku di bin bêdengiya dewletên navneteweyî de desthilatdariya xwe li ser tevahî dewletên derdorê ava bike.

Rûspiyê êla El-Bûasî li Til Hemîs Mihemed El-Yûsif destnîşan kir ku çavbirçîbûna dewleta Tirk çavbirçîbûna firehkirin û mêtîngeriyê ye û wiha berdewam kir:" AKP`ê bi behaneya piştgiriya şoreşa Sûriyê û parastina gelê Sûriyê destwerdana Sûriyê kir û dixwaze dewleta Osmaniyan vegerîne."

El-Yûsif teqez kir ku dewleta Tirk li dirêjahiya xeta bakurê Sûriyeyê gelek herêm dagir kirin û weke Lîwaya Iskenderonê û gelek bajarên din nasnameyên Sûrî ji holê radike û wiha lê zêde kir: "Armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina Sûriyê, lê belê dagirkirina hemû welatên ereban e."  

Di derbarê biratiya gelan de jî, El-Yûsif destnîşan kir ku Erdogan niha gelê Kurd hedef digire û hewil dide ku bê nasname bihêle û şaristaniya wê ji holê rake. Her wiha anî ziman ku gelê Kurd bi hemû gelên Tirkiyê, Sûriyê, Iraq û Îranê re dide û distîne û gelê Kurd ji bo rizgarkirina welatên Ereb û îslamê jî xwedî gelek helwest e ku dîrokê îspat kiriye.

DEWLETA TIRK HEWIL DIDE HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JI SÛRIYÊ QUT BIKE

Her wiha nûnerê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li navçeya Til Hemîs Mihemed El-Deham da zanîn ku dewleta Tirk hewil dide herêmên ku ji bakurê Sûriyê dagir kirine ji xwe re bike wîlayet û weke Ezaz û gundewarên bakurê Helebê ji binî ve ji axa Sûriyê qut bike.

Mihemed El-Deham bi bîr xist ku dewleta Tirk di destpêka aloziya Sûriyê de ji bo desteserkirina şoreşa Sûriyê, Artêşa Azad bi kar anî.

El-Deham destnîşan kir ku dewleta Tirk bikaranîna Artêşa Azad a ku niha bi Artêşa Niştîmanî tê naskirin tenê li Sûriyê bes nedît, lê şandin Lîbya û dewletên derdorê jî. Ev jî teqez dike ku armanca dewleta Tirk ne tenê gelê Sûriyê ye, lê belê projeya firehkirina dagirkeriya xwe ye ku li ber çavê hemû cîhanê li herêmê tevlîheviyan derdixe.

Her wiha El-Deham teqez kir ku dewleta Tirk hewil nade ku li herêmên Sûriyê yên dagir kirine biratiya gelan pêk were, lê belê hewil dide ku li wir dagirkeriya kevneşopî pêk bîne û li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê zimanê Tirkî ferz dike û li dibistanan jî xwendina bi zimanê Tirkî ferz dike.

El-Deham da zanîn ku tiştê ku li Ezaz û gundewarên bakurê Helebê yên herêmên dagirkirî pêk tê, nîşaneya herî mezin ya qutkirina beşek ji xaka Sûriyê û tevlîkirina axa Tirkiyeyê ye. Her wiha eşkere kir ku mirov li ku derê binêre wêneyên Erdogan û alên dewleta Tirk dibîne û herî dawî jî pereyên Tirk li wan herêman ferz dike. Ev jî didin nîşandan ku dewleta Tirk dixwaze di pêvajoyên bê de van herêman ji binî ve ji herêmên Sûriyeyê qut bikin û ji xwe re bikin wîlayet.

El-Deham di dawiyê de xuya kir ku dewleta Tirk dibêje ku ew ji bo ewlekariya sînorê xwe li Sûriyê şer dike, lê gelo ger armanc wê parastina sînor e,

çima li Lîbya û Yewnenistanê şer dike? Çavbirçîtiya wê êdî eşkere bûye. Ji ber wê yekê divê Neteweyên Yekbûyî di herheqê dewleta Tirk de biryaran bistîne. Ji ber ku êdî dewleta Tirk li ser dewletên Ewrûpî û hemû gelê herêmê bûye metirsiyeke pir mezin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aEjewxDh1mY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>