​​​​​​​TEV-DEM’ê banga hevgirtinê li hemû partî û tevgerên kurdî kir

Tevgera Civaka Demokratîk bêdengiya hikumeta Iraqê, hikumeta Herêma Kurdistanê û hin partiyên Başûrê Kurdistanê li hemberî destwerdana artêşa Tirk a dagirker li xaka herêma Kurdistanê, şermezar kir. TEV-DEM`ê bang li hemû hêzên azadîxwaz û berxwedêr li Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk yek dest bin.

​​​​​​​TEV-DEM’ê banga hevgirtinê li hemû partî û tevgerên kurdî kir
16 îlon, 2020   04:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) girêdayî berdewamkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyek da û got: "Bi yekbûna gelan dê artêşa Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê û Iraqê bê derxistin."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Ji beriya zêdetirî 100 salî ve, artêşa Tirk a faşîst li dijî gelên Rojhilata Navîn ên Kurd, Ereb, Suryen, Aşûr, Ermen û Kildan komkujiyan pêk tîne. Li hemberî vê rewşê hêzên navneteweyî ku banga azadiyê û demokrasiyê û mafên mirovan dikin û qaşo qanûna navneteweyî, serweriya dewletan û mafê gelan ê diyarkirina çarenûsê diparêzin, li hemberî vê rewşê bêdeng in.

Faşîzma Tirk ku ji beriya bi dehan salan ve aloziyan dijî, siyaseta qirkirinê ji zêdetirî sedsalekê ve dimeşîne. Lê belê birêxistinbûn, biratî û yekbûna gelan û jiyana hevbeş a li ser esasê azadiyê û netewa demokratîk a li gorî peymana civakî, metirsî ji terorîstan û faşîzmê re çêkir û li zêdetirî cihekî li dijî wan bi serket. Herî dawî jî tevî topbaranê û veşartina wendahiyan jî, artêşa Tirk a dagirker li xaka Başûr bi taybetî li Heftenînê û çiyayên Kurdistanê têk çû.

Hêzên Gerîla di 3 mehên berxwedana efsanewî de karîbû ku gelê Kurdistanê li Başûr, Bakur û Rojava li hemberî dewleta Tirk a dagirker rake ser piyan û serbilind bike. Lê mixabin, hêzên ewlekariyê yên başûr bi fermana hikumeta herêmê hemû xwepêşandanên aştiyane çewisand û bi hezaran rojnamevan û çalakvanên malperên tevna civakî girt, da ku têkçûna artêşa Tirk û sûcên wê li dijî şêniyên resen eşkere nekin.

Bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê û hin partiyên başûr li dijî destwerdana artêşa Tirk ji xaka Kurdistanê û Iraqê re, hevkarî û beşdarbûneke eşkere ji rijandina xwîna welatiyên Kurd û Iraqê re ye. Helwesta wan ne exlaqî ye û nîşan dide ku hikumeta Iraqê û hikumeta Herêmê nikarin welatiyên xwe biparêzin. Gihîşt astekê ku sedeman ji kiryarên artêşa Tirk re bibînin û çekdarên hin partiyan tevî artêşa Tirk beşdarî operasyonên leşkerî bibin, wekî ku xakekê rizgar dikin û şerekî pîroz bi rê ve dibin. Bi vê yekê ew xaka herêmê radestî dagirkerên faşîst dikin û serweriya dewleta Tirk dixin berjewendiya artêşa Tirk a dagirker ku baregehên mayînde li xaka Kurdistanê û Iraqê ava dike. Çapemeniya Tirkiyê ku bi zimanê Kurdî weşanê dike, li Başûr û Tirkiyê mêtîngeriya Tirk rewa dike.

Hikumeta AKP`ê li gorî mîsaqê millî yê Ataturkî û xewnên Osmaniyan ên berê, hewl dide herêma ji Efrînê heta Kerkûk, Heftenîn û Qendîlê û parçeyên ji Heleb û Mûsilê dagir bike. Erdogan van xewnên berê vejîn dike û mixabin hevkariyê bi hêzeke Kurd re dike ku her tim di aliyê leşkerî, çapemaniyê, civakî û bîrdoziyê de li kêleka dagirkeran disekine.

Bi yekkbûna gelan dê arêtşa Tirk a dagirker ji hemû xaka Sûriyê û Iraqê derkeve û dê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi hemû rêbazên rewa yên li gorî qanûna navneteweyî ku mafê berxwedanê dide gelan, têk biçe. Ji lewra, em bang li hemû hêzên azadîxwaz dikin ku li ber xwe bidin da ku bi rûmet, azadî û bêyî şer li gorî projeya demokratîk a bi îradeya gelên herêmê bijîn.

Wekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), em bang li hemû hêzên azadîxwaz û berxwedêr ên li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê dikin ku li hemberî faşîzmê û di serî de piştevanê terora cîhanî hikumeta AKP`ê ya bi serokatiya Erdogan, yek dest bin.

ANHA