Şêniyên Efrînê piştgirî dane pêngava KCK'ê

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê bi meşekê piştgirî da pêngava KCK'ê ya bi diruşmeya "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye".

Şêniyên Efrînê piştgirî dane pêngava KCK'ê
Şêniyên Efrînê piştgirî dane pêngava KCK'ê
Şêniyên Efrînê piştgirî dane pêngava KCK'ê
Şêniyên Efrînê piştgirî dane pêngava KCK'ê
Şêniyên Efrînê piştgirî dane pêngava KCK'ê
Şêniyên Efrînê piştgirî dane pêngava KCK'ê
Şêniyên Efrînê piştgirî dane pêngava KCK'ê
Şêniyên Efrînê piştgirî dane pêngava KCK'ê
13 îlon, 2020   16:54

Di çarçoveya çalakiyên piştgiriya pêngava KCK'ê ya bi diruşmeya "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye", bi hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê daketin qadan û piştgiriya xwe bi pêngavê re ragihandin.

Meş ji rêya di navbera gundê Babins-Til Şeîr de yê kantona Şehbayê ber bi navenda gundê Babinsê ve dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdan û posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên bi diruşmeyên "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" hatin vekirin.

Meşvanan bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana gelê Kurd, şeremzarkirina êrişên dagirkeriyê û banga bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Meşvanan li gundê Babins deqeyeke rêz girtin. Piştre endamê rêveber ê komtîye diravî ya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Herêma Efrînê Arif Şêxo axivî û got: "Dewleta Osman di nava 400 salan de hemû cûre zilm û destilatdar li ser gelan pêk anîn û komkujî pêk anîn."

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk îdiaya parastina îslamê dike da ku gelên Rojhilata Navîn bi aliyê xwe ve bikişîne û got gelên Rojhilata Navîn hîna planên Tirkiyê tênegihştine.

Endama Koordînasyona Konreya Star a kantona Efrînê Newroz Haşim jî banga yekitiyê li gelên herêmê kir û got: "Di vê pêvajoyê de pêwîstiya me bi pêkanîna  yekitiya kurdî heye. Ji ber ku dijmin hewl dide bi hemû rêbazan xaka me dagir bikin, lê heke em hevgirtina xwe çêbikin wê armancên Tirkiyê neghêjin serî."

Newroz diyar kir ku Rêber Apo, ji salan ve banga yekitiya kurdî dike "Divê em rola xwe di vê pêvajoyê de pêk bînin ku dijmin hewl dide şoreşa me têk bibe."

Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7nHWQjmle8Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>