Rêveberiya Xweser qedexe rakir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryara hejmara 108'an qedexe li ser hemû kombûnan rakir, bi şertê ku rêbazên xweparastina kesayetî pêk bînin.

Rêveberiya Xweser qedexe rakir
13 îlon, 2020   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara hejmara 108'an derxist.

Ji ber pêşniyara Desteya Tenduristiya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi nivîsa /259/ ya dîroka 13/09/2020'an û ji bo berjewendiya giştî, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van biryaran dide:

-Holên şahiyan, konên sersaxiyê, cihên îbadetê û hemû civîn, dikarin werin vekirin. Lê bi şertê ku rêbazên xweparastina kesayetî pêk bînin û ji kombûna dûr bikevin.

-Biryar ji bo her kesî ye."

ANHA