Li Dêrikê Saziya Mezêxeran a Newroz hate vekirin

Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê Saziya Mezêxeran a Newroz li bajarê Dêrikê vekir da ku pêwîstiyên şêniyan dabîn bike û rê li pêşiya keysbaziya bazirganan bigire.

Li Dêrikê Saziya Mezêxeran a Newroz hate vekirin
Li Dêrikê Saziya Mezêxeran a Newroz hate vekirin
Li Dêrikê Saziya Mezêxeran a Newroz hate vekirin
Li Dêrikê Saziya Mezêxeran a Newroz hate vekirin
13 îlon, 2020   12:07
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sivikkirina aloziya aborî ya li Sûriyê rû dide di 17`ê Hezîranê de fonên xebatkarên di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin zêde kirin, lêçûna înternetê kêm kir, piştgiriya projeyên biçûk kir, dikanên serfkirina pereyan şopandin, piştgiriya projeyên çandiniyê kir û saziyên mezêxeran vekirin.

Îro bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl, Desteya Aborî û Çandiyê ya herêma Cizîrê li Dêrikê  saziyeke mezêxeran bi navê Newroz vekir. Armanca desteyê ji vekirina vê saziyê ew e ku rê li pêşiya keysbaziya bazirganan û buhayan bigire, nexasim di vê demê de ku Qanûna Qeyser tê meşandin. 

Endama rêveber a Komîteya Aborî ya Dêrikê Wafaa Elî diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bazirgan bi nirxên madeyan dilîzin û buhayên wan bilind dikin, lewra pêwîstî bi vekirina vê saziyê dîtin.

(eh)

ANHA