‘Têkoşîna jinan, pêşengiya şoreşa li dijî Osmaniyan e’

Rêveberiya Jinan a herêma Tebqayê sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyasetên qirkirin û asîmîlekirinê yên li dijî gelek pêkhateyên li herêmên dagirkirî şermezar kirin.

 ‘Têkoşîna jinan, pêşengiya şoreşa li dijî Osmaniyan e’
 ‘Têkoşîna jinan, pêşengiya şoreşa li dijî Osmaniyan e’
 ‘Têkoşîna jinan, pêşengiya şoreşa li dijî Osmaniyan e’
 ‘Têkoşîna jinan, pêşengiya şoreşa li dijî Osmaniyan e’
 ‘Têkoşîna jinan, pêşengiya şoreşa li dijî Osmaniyan e’
13 îlon, 2020   12:08
TEBQA

Rêveberiya Jinan a herêma Teqbayê li gundê Siwêdiyê, kampa Mehmûdlî, gundê Mehmûdlî û bajarokê Curniyê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Ji destpêkirina êriş û dagirkirinê ve, dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên dermirovî li dijî şêniyan bi piştevaniya çeteyên girêdayî wê pêk tîne, jê bombebarankirin, wêrankirinû koçberkirin, hedefgirtina jin û zarokan bi hewldana derbekirina vîna jina azad û têkoşîna wê ku pêşengtiya şoreşê li dijî hovîtiya dagirkeriyê kir.

Ji destpêkirina ku dewleta Tirk a dagirker bajar û bajrokên Sûriyê dagir kirine ve, tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî li ber çavên tevahî cîhanê bin pê dike.

Dîroka osmaniyan tijî sûc e û hê jî heta roja îro berdewam e. Divê cîhan vê xeteriyê baş bizane ku gefan li tevahî herêmê dixwe û rawestîne.

Em bi tevahî gotinên tûj van sûcên hov û dermirovî li dijî şêniyên li herêmên dagirkirî şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî û wijdana cîhanê dikin bi rola xwe ya parastina ewlehî û aştiya gelan ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabin.”

Tê payîn ku rêveberî, meclisên jinan 7 daxuyaniyên şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk li herêmê, li gel lidarxistina 8 civînên li gundewarên Tebqayê ji jinan re li dar bikevin da ku hedef û berjewendiyên dewleta Tirk ji dagirkirina van herêman re eşkere bikin.

(fr)

ANHA