Li Kampa Girê Spî navendeke karantînayê hate avakirin

Rêveberiya Kampa Girê Spî di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa koronayê de, navendeke karantînayê li kampê vekir.

Li Kampa Girê Spî navendeke karantînayê hate avakirin
Li Kampa Girê Spî navendeke karantînayê hate avakirin
Li Kampa Girê Spî navendeke karantînayê hate avakirin
Li Kampa Girê Spî navendeke karantînayê hate avakirin
13 îlon, 2020   11:55
EYN ÎSA

Rêveberiya kampê li dûrî kampê 2 konên mezin vegirtin û di her konekî de deh nivîn bi cih kirin.

Ev amadekarî di çarçoveya pêkanîna rêzetedbîrên xweparastinê ji vîrusa Koronayêê de ku Rêveberiya Xweser girtine, tê kirin.

Beriya demekê rêveberiya Kampa Girê Spî gelek tedbîr ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrusê li herêmê girtibûn. Jê taloqkirina derbasbûna koçberan ji kampê re, qedexekirina destûran ji bilî rewşên awarte, testkirina kesên ku derbasî kampê dibin û jê derdikevin.

Rêveberiya kampê bi rêxistina IRC re peymanek îmze kir ku pêdiviyên karantînayê yên pêwîst peyda bike.

Endamê Rêveberiya Kampa Girê Spî Çawîş Hesen got vekirina navenda karantînayê dê karê wan hêsan bike.

Piştî êrişên artêşa Tirk di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, 3 hezar û 530 kesan koçber bûn. Ji ber wê Rêveberiya Xweser Kampa Girê Spî ava kir. niha di nav kampê de 3 hezar û 530 koçberên kantona Girê Spî û gundewarên wê dimînin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 840 kes bi vîrusê ketine, ji wan 46 kesan ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye û 282 kesên pê ketibûn baş bûne.

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/paPgV1B6rVI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>