ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-09-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-09-2020`AN
12 îlon, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Bi sponseriya Meclisa Sivîl a Reqayê, Komîteya Karûbarên Civakî navenda "Şehîd Beşîr Feysel El-Hiweydî" ya perwerdekirina astengdaran vedike. Saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya navçeya Tirbespiyê bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Girkê Legê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Kurdistanê, meşekê li dar dixin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber çavê hêzên garantor êrişên xwe yên li dijî sivîlan didomînin. Sivîl diyar dikin ku azara wan bi gihaştina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derdora gund zêde bûn. Her wiha destnîşan kirin ku dagirker av û kehrebeyê û pêwîstiyên sereke yên jiyanî li ser wan qut dike, bêyî ku aliyên garantor tevbigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Şedadê bang li şêniyan kir ku ji planên derxistina fitenyê hişyar bin û got: "em naxwazin tiştên ku bidestxistine winda bikin, ji ber ku bête winda kirin dê aramiya gelê herêmê be." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîskar û rewşenbîrên bajarê Qamişlo da zanîn ku pêwîstiya gelê Kurd bi yekitiyê heye û bi yekitiyê gelê Kurd ji êrişan tê parastin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê tekez kir ku dewleta Tirk siyaseta xwe li ser dijminahiya Kurdan ava dike û dibêje: "Kurdê baş, kurdê mirî ye." Rewşenbîran got: "Divê rewşenbîr piştgiriya berxwedana gelê Kurd li hemberî êrişên Tirkiyê bikin û siyasetên dijminahiyê yên dewleta Tirik ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Cenga mezin a li Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê sembola îradeya jinên Kurd e. Jinên Kurd di rizgarkirina vî bajarî de roleke sereke lîstin û çalakiyên fedayî kirin ku li cîhanê deng veda. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên ji pêkhateya Ereb îşaret bi girîngiya bersivdayîna êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir û tekez kir ku divê li dijî dijminên ku ewlehiya herêmê xerab dikin çek bê rakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Siyasetmedaran diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan nîşaneya ku dê rêwîtiya gelên bindest ên herêmên Rojhilata Navîn ber bi azadiyê ve bibe û destnîşan kir Ocalan ne tenê gelekî lê belê hemû gelên azadîxwaz ên Ereb, Kurd û Suryan bi rê ve dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beşdarên panela MSD`ê daxuyandin ku panelên bi vî rengî gelê Sûriyê nêzî hev dikin da ku rewşa xwe û astengiyên heyî nîqaş bikin. Her wiha tekezî bi girîngiya diyalogên hatine lidarxistin kirin, ku dibe destpêkeke nû ya çareserkirina aloziya Sûriyê bi xwe re bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Dema ku gel encamên şoreşên xwe û guhertinên ku piştî şerên Kendavê yê yekem û yê duyem li Iraqê pêk hatine, bi dest xist wekî ku xeyala mezin a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê pêk hat. Xwesteka azadiyê hişt ku gel bi Serhildana Adarê ya 1991`an rabe û li dijî rejîma Baasê bi ser bikeve û azadiya xwe bi dest bixe. Lê belê gelek ciwanên vî nifşî yên Başûrê Kurdistanê bûn qurbaniyên nêrîn, derbirandin û fikrên xwe yên siyasî û ketin girtîgehan. Ji lewra, gihîştin rewşekê ku vê pirsê bipirsin; "Em li dijî rejîma Baasê rabûn serhildanê û ji bo azadiyê em bi ser ketin, niha jî em di saya hikumeta xwe de tenê ji ber ku em li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û gendeliyê xwepêşandanan li dar dixin, em rastî çewisandinê tên." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-PANORAMA

- Di hefteya borî de, şandeke Rûsyayê serdana Sûriyê kir. Çavdêr dibêjin ku qonaxeke nû ya danûstandinên Moskovê bi dosyaya Sûriyê re da destpêkirin. Aloziya di navbera Yewnanistan û Fransayê li aliyekî, û li aliyê din Tirkiye jî lê zêde bû. Dîsa jî Washingtonê hêzên xwe li Iraqê kêm kir.