​​​​​​​Washington fikarên xwe ji ber tevgerên Tirkiyê yên li rojhilatê deryaya Spî anî ziman nîşan da

Wezîrê Karê Derve yê DYA'yê Mike Pompeo, fikarên xwe ji ber çalakiyên Tirkiyê yên li rojhilatê deryaya Spî anî ziman û got, aloziyên li herêmê wê tu çareseriyan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re naîne.

​​​​​​​Washington fikarên xwe ji ber tevgerên Tirkiyê yên li rojhilatê deryaya Spî anî ziman nîşan da
12 îlon, 2020   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê DYA'yê Mike Pompeo piştî hevdîtina bi serokê Qibirisê Nikos Anastasiades re li Nîkosyayê got, serokê DYA'ê Donald Trump bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokwezîrê Yewnanistanê re aloziyên li herêmê nîqaş kirin.

Pompeo diyar kir ku pêwîst e, lihevkirineke derbarê dozên deryayî de hebin û piştgiriya xwe bi çareseriya doplomasî re nîşan da.

Her di hevdîtinê de, muzaketiya lihevkirinê ji bo avakirina navenda perwerdeya ewlehiya deryaya ya Qibirsê li Larnaca hate ragihandin.