Panel bo destpêka çareserkirina doza Sûriyê gavek e

Beşdarên panela MSD`ê daxuyandin ku panelên bi vî rengî gelê Sûriyê nêzî hev dikin da ku rewşa xwe û astengiyên heyî nîqaş bikin. Her wiha tekezî bi girîngiya diyalogên hatine lidarxistin kirin, ku dibe destpêkeke nû ya çareserkirina aloziya Sûriyê bi xwe re bîne.

Panel bo destpêka çareserkirina doza Sûriyê gavek e
13 îlon, 2020   00:23
HESEKÊ- HENAR ÎBRAHÎM

Duh Meclisa Sûriya Demokratîk MSD`ê bi dirûşmeya "Ber bi kongreyeke netewî ya şêniyên Cizîrê û Firatê ve" , li bajarê Hesekê ji bo lidarxistina kongreyeke netewî ya giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelek li dar xist.

Zêdetirî 500 kesayetên siyasî, eşîrtî, civakî  û serbixwe yên Kurd, Ereb, Aşûr, Suryen, Çerkes û Êzidî yên bajarê Hesekê û gundewarên wê, beşdarî panelê bûn.

Panel li ser 3 beşan bû û ev xal tê de hatin nîqaşkirin; têkiliyên dîrokî yên gelê herêmê û rola wê di avakirina pêşeroja gelê Sûriyê de, rola pêkhateyên Sûriyê di xurtkirina van têkiliyan de, diyaloga Sûrî-Sûrî, Rêveberiya Xweser û pîvanên xebatê saziyan û mekanîzmeya pêşxistina beşdarbûna di Rêveberiya Xweser de.

Şêxekî qebîleya Şerabîn Mihemed Ubêd tekezî bi rola van panelan di nêzkirina gelê Sûriyê de û nîqaşkirina wan û astengiyên heyî de, kir û got: "Em spasiya MSD`ê dikin ji ber lidarxistina panelên bi vî rengî û hêvî dikin ku panelên baştir di demên pêş de bên lidarxistin."

Bi armanca beşdarbûneke zêdetir di Rêveberiya Xweser de û ji nû ve sazkirina rêveberiyê li gorî pêşketinên li Sûriyê bi giştî û bakurê Sûriyê bi taybetî, dê panelên bi vî rengî li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de, şêxê qebîleya Şerabîn Mihemed Ubdê bang li pêkhateyên Sûriyê ên di nava refên artêşa Tirk a dagirker de kir ku vegerin welatê xwe û ji Erdogan ku vegerandina împeratoriya Osmanî armanc dike, qut bibin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Ezher Ehmed diyar kir lidarxistina panel û diyalogan di vê demê de bi taybetî û di vê qonaxa nazik de, pir girîng e. Nexasim piştî ku bi lihevkirina hemû dewletan ji qonaxa leşkerî derbasî qonaxa siyasî bûn. Ehmed wiha domand: "Pêwîstiya me bi çareseriya Sûrî-Sûrî heye."

Ehmed her wiha destnîşan kir ku di her 3 beşên panelê de, diyalog û pêşinyarên baş ên çareserkirina aloziya Sûriyê û avakirina bingeheke Sûriyê ku hemû gelê Sûriyê digire nava xwe, derketin pêş.

Ehmed bi bîr xist ku lidarxistina panel û diyalogan li herêman dê nêrîneke hevbeş a hemû gelê Sûriyê ya ji bo çareserkirina aloziyê bi xwe re bîne û got: "Dê encam erênî bin, ji ber ku pêwîstiya me bi çareseriyên siyasî heye."

Endamê Meclisa Êlan a Hesekê Sabit El-Cewher jî panel nirxand û got: "Panela yekemîn gelek serkeftî bû, ji ber ku hemû beşên civakê wekî eşîrên Kurd û Ereb û pêkhateyên din, partiyên siyasî yên muxalîf û nûnerên hikumeta Sûriyê, tê de beşdar bûbûn."

El-Cewher wiha da zanîn: "Nêrînên beşdaran ev panel dewlemendtir kir û gelek encamên baş ên pêşxistina aliyê rêveberiyê yê saziyên Rêveberiya Xweser û pêşxistina diyalogeke Sûrî ya giştî li ser astê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser astê Sûriyê bi giştî, bi xwe re anî."

El-Cewher daxuyand ku di panelê de nêrînên siyasî yên muxalefetê, hikumeta Sûriyê û nûnerên Rêveberiya Xweser girêdayî astengiyên li pêş saziyên rêveberiyê û sîwana wê ya siyasî (MSD) û destkeftiyên siyasî ku MSD`ê di demên dawîn de bi dest xistiye, derketin. Ji lewra ev panel pir girîng bû.

El-Cewher wiha berdewam kir: "Tevlîbûna diyalog û nîqaşan ne wekî panelên berê bû. Ji ber ku diyalog vekirî bû û ji ber hebûna nûnerên dijberên projeya Rêveberiya Xweser û nûnerên hikumeta Sûriyê, partiyên siyasî û eşîran, nêrînên nû hatin pêşkêşkirin. "

Sabit El-Cewher wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dê hemû panel bi lidarxistina kongreyeke giştî yên şêniyên herêmên Cizîrê û Firatê bi dawî bibin. Armanc jê aktîvkirina diyalogê ji bo destpêkirineke nû ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Cfbu5r7h1hA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>