Dewleta Tirk li ser şopa DAIŞ’ê ye

Endamên Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê got: "Ya ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî dike niyeta wê ya çewistandina nasnameya çandî û şaristanî ya taybet bi herêmê eşkere dike." Her wiha destnîşan kirin ku armanca sereke ya dewleta Tirk guhertina demografiya herêmê ye.

Dewleta Tirk li ser şopa DAIŞ’ê ye
11 îlon, 2020   00:22
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina bakurê Sûriyê gelek gav girtin, ku niyetên wê yên veşartî yên ji bo erdên dagirkirî eşkere dibin.

Dewleta Tirk Efrîn, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Siyasetên wê diyar dike ku hewl dide beşên din ji xaka Sûriyê dagir bike da ku dagirkirina xwe li herêmên Rojhilata Navîn berfireh bike.

'ARMANC ÇEWISANDINA ŞARISTANIYÊ Û GUHERTINA DEMOGRAFÎ YE'

Koordînatorê Têkiliyên Çandî ya Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê Casim Termiş diyar kir ku dagirker bi hemû rêbazan hewl didin demografyaya herêmê biguherin, armanca dewleta Tirk a dagirker ji rûxandin û talankirina deverên şûnwarî guhertina demografî ye.

Casim Termiş teqez kir ku dagirker navên bajar, dibistan, nexweşxane û deverên giştî diguherin û wiha domand: "Li dijî gelê me polîtîkayên qirkirin û asîmîlekirin hatin meşandin. Gelek şêweyên dagirkarî û kiryarên nejadperestiyê di ser me re derbas bûn. Kiryarên DAIŞ'ê yên li ser xaka me, heman kiryar û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê ye. Armanca herduyan şaristanî û kevneşopiya me biçewisînin."

Casim Termiş got, zanebûn, girêdana bi xaka welat, dîrok û çandina wê rêya herî xurt û rêxistinkirî ye ku dikare ji armanc û planên dagirkeran re bibe bersiv.

'POLÎTÎKAYÊN MÎNA YÊN DAIŞ'Ê'

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê Esed Bekro bal kişand ser kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê ji talankirin û rûxistina deverên dîrokî û koçberkirina şêniyan û got, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eynê kiryarên DAIŞ'ê li herêmên dagirkirî pêk tînin, dewlet Tirk ji wê zêdetir sûcên revandin û birçîkirinê jî pêk tînin.

Bekro bi domdarî got: "Kiryarên ku dagirkeriya Tirk li Efrîn û Girê Spî pê tîne, wekî, koçberkirin, talankirina xêra herêmê, ferzkirina bikaranîna pereyên Tirkiyê, koçberkirina niştecihên resen û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan, armanc jê çewisandina nasnameya çanda herêmê ye. Ev kiryar bi demê de dê çanda herêmê biguhere."

Esed Bekro got, divê dewleta Tirk rêzê ji peymanên navneteweyî yên derbarê parastina çandan bigire, divê civaka navnetewî sînorekî ji kiryarên guhertina demografî re deyne ya ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne. Bekro diyar kir ev herêm beşek ji xaka Sûriyê ne. Divê li hemberî dagirkeriya Tirk bisekine û ji bo parastina xak û nasnameya çandê ji îmhakirinê têkoşîn bê kirin.

Ji bilî sûcên qetilkirin, revandin û êşkencekirina sivîlan, sûcên li dijî xwezayê û guhertina demografî ku hêzên dagirker li herêmên dagirkirî pêk tînin, di demên dawî de girê dîrokê yê Sehlan ê gundê Xirbet Riz ê Girê Spî kolandin. Beriya wê bajarê Faz û Sebî Ebyed ên dîrokî xirab kirin, her wiha Girê Til Kefîfa jî kirin nuqteyeke leşkerî.

ANHA