Piştî gelek salan muzexaneya Reqayê nasnameya xwe ya dîrokî vedigerîne

Cihên dîrokî û muzexaneyên li seranserê herêmên Sûriyê di aloziya ku 2011`an de dest pê kiriye, hatine rûxandin, hinek cih hatin talankirin û binpêkirinên mezin li dijî mîrasê şaristaniyê û dîrokî yê Sûriyê ku dîroka Sûriyê bi giştî temsîl dike, pêk hatin.

Piştî gelek salan muzexaneya Reqayê nasnameya xwe ya dîrokî vedigerîne
11 îlon, 2020   01:12
REQA- HEMED EL-MISTEFA

Bajarê Reqa yê Sûriyê ji berztirîn şaristaniyên Sûriyê ye, ku di serdemên kevin de sêgoşeya şaristanî û çandên geliyê Firatê bû. Di muzexaneya Reqayê ya dîrokî de ku sala 1861`an hatibû avakirin gelek tiştên dîrokî hatin komkirin. Muzexane berê wekî cihekî leşkerî dihat bikaranîn û di destpêka salên 80`ê de veguherî muzexaneyê.

Muzexaneya bajarê Reqayê li avahiyeke kevin ku di serdema Osmaniyan di sala 1861`an de hatiye avakirin. Di dema mêtîngeriya Fransayê de wekî cihekî leşkerî dihat bikaranîn û di 24`ê Cotmeha 1981`an de veguherî muzexaneyê.

Muzexaneya Reqayê li naverasta bajêr li qada bi heman navî, dikeve. Avahiya muzexaneyê li ser du qatan e, di her qatekî de hejmareke hol û depoyên parastin û pêşandana tişt û belgeyên dîrokî, hene.

Qatê yekê ji bo pêşandana keşfên dîrokî yên vedigerin serdemên beriya zayînê (ji 6, 5 hezar heta 3 û 2 hezar salî), tê bikaranîn. Her wiha tabloyên ku vedigerin serdemên Helnestî, Romanî û Bîzansî tên pêşandan. Qatê jorîn jî ji bo şûnwarên serdemên Îslamî hatibû veqetandin.

Bi giştî hejmara şûnwarên ku hatine komkirin gihaşt 8 hezar û 900`î, ku ji belgeyên hejmarên mêxî, peykerên mirov û ajalan ên ji ax û keviran, pereyên kevin, qir û qaf, tabloyên cibsînê, tabloyên mozaîk û xitman û hwd, pêk dihat.

SALÊN RÛXANDIN Û TALANKIRINÊ

Piştî ketina bajarê Reqayê di destê komên çete di 2013`an de muzexane yek ji cihên berz bû ku bala her kesî kişand ser xwe. Ji ber nirxê madî yê wan şûnwar û tabloyên di muzexaneyê de, hatin talankirin û tenê tabloyên û textên mozayik ên daliqandî hatin hiştin. Her wiha di şerên li bajêr de gelek top li muzexaneyê ketin.

Heta gelek salan muzexane bi rûxandinê re rû bi rû mabû. Mîrasê dîrokî û şaristanî ku şêniyên bajêr pê serbilind bûm û turîzman berê xwe dida wir, hate talankirin. Heta beriya destpêkirina pêngava rizgarkirina bajêr ji aliyê QSD`ê ve, vê rewşê dewam kiribû.

NASNAMEYA DÎROKÎ YA MUZEXANEYÊ VEGERÎ

Piştî rizgarkirina bajêr rengên şaristaniyê ji nû ve vegerîn. Gelek saziyên ku hewl dan şûnwarên bajêr kom bikin û restore bikin, hatin avakirin. Komîteya Çandê û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê hewl da ku muzexaneyê restore bike û nasnameya wê ya dîrokî vegerîne. Ji bo wê yekê enqazên heyî rakir, piştre derî û pencere, dîwar û sora hesin a derdorê parka muzexaneyê restore kir.

Pisporê Zanista Şûnwaran Mihemed Izo der barê restorekirinê de nêrînên xwe weha derbirîn : "Reqa di dema rizgarkirinê de rastî rûxandineke mezin hat û cihên şûnwarî û di nav de muzexaneya dîrokî ya Reqayê, ziyan dît. Piştî wê yekê Komîteya Çandê ya Meclisa Sivîl a Reqayê muzexane restore kir û girîngiyeke mezin dayê."

Mihemed Izo dipirse ku gelo dê piştî bidawîbûna xebatên restorekirinê, muzexane çawa be. Her wiha destnîşan kir ku tu şûnwarên ku di muzexaneyê de bên pêşandan nemane. Hin şûnwar ku hejmara wan nêzî hezarî ye hene, lê belê ziyan dîtine û pêwîst e ku di werşeyên taybet bi şûnwaran de bên restorekirin.

Mihemed Izo ji aliyên têkildar xwest ku piştgirî û girîngiyê bidin cihên dîrokî, ji ber ku bajarê Reqayê di mêjiyê gelê Reqayê û turîzman de xwedî şaristaniyeke dîrokî ye ku dîroka bajêr û şêniyê wê nîşan dide.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8hiBxUydSyI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>