Heşdî Şabî li dijî DAIŞ`ê dest bi operasyonek kir

Fermandariya Operasyonan a Enbarê ya Heşdî Şabî ragihand ku ji bo lêgerîna çeteyên DAIŞ`ê  li rojavayê parêzgeha Enbar û ber bi sînorên Iraq û Sûriyê ve hêzên wan dest bi operasyonekê kiriye.

Heşdî Şabî li dijî DAIŞ`ê dest bi operasyonek kir
10 îlon, 2020   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Heşd Şabî Qasim Mesleh diyar kir ku li gorî agahiyên bi dest xistine, li gelek herêmên çolistana Enbarê ya rojava şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hene.

Her wiha hêzên Heşdî Şabî ragihand ku ji bo paqijkirina herêma ‘Baba Lawî’ li bakurê Xaneqînê duh dest bi operasyonekê kirine.

(oh)